Polîtîk

Reserve nefta Kurdistanê gihiştiye 44 milyar bermîlan

Wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di konfrensa enerjiyê de got ku, berî 5 salan reserve (îhtiyat)  nefta herêma Kurdistanê yek milyar bermîl bû, lê nuha reserve  nefta herêma Kurdistanê gihiştiye 44 milyar bermîlên neftê.

Di konfrensa enerjiyê de ku, li Londonê hat saz kirin, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê hikûmeta Kurdistanê, peyek pêşkeş kir û wî di peyva xwe de got ku nêzîkî 50 kompaniyên cîhanî li herêma Kurdistanê di ware patrolê de dixebitin:

Îmkanên herêma Kurdistanê yên hinartina neftê bo derve digihîje 300 hezar bermîlan di rojekê de. Heta sala 2015ê berhemê nefta herêma Kurdistanê dê bigihîje yek milyon bermîl û tê pêşbînî kirin ku, di sala 2019ê de bigihîje du milyon bermîl di têjekê de.

Weke tê zanîn yek ji pirgirêkên hilawîstî yên navbera herêma Kurdistanê û Bexdayê pira kontraktên ware patrolê ne. hikûmeta herêma Kurdistanê ji destpêka maha nîsana çûyî hinartina neftê bo derve ragirtiye ji berku hikûmeta Îraqê pereyê kompaniyên di ware patrolê de kar dikin nade.

Back to top button