Civak

Serok Barzanî cejna Qurbanê pîroz kir

Bi minasebeta hatina cejna Qurbanê ya pîroz,  Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî  xelkê Kurdistanê, nalbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyê Kurdistanê û hemû partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê  kir.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe de diblje:
– Bi minasebeta hetina cejna Qurbanê ya pîroz, ez ciwantirîn pîrozbahiya pêşkeşî xelkê Kurdistanê, malbatên serbilindên şehîdan, pêşmergeyê Kurdistanê, hemû partî û aliyên siyasî û tevaya misilmanên cîhan û Îraqê dikem.

Serok Barzanî di peyama xwe de bi taybetî cejna haciyên Kurdistanê, yên ku nuha li mala Xwedayê mezin û mezarê pîrozê pêxemberê mezin hezretê Mihemed (silavên xwedayê mezin lê bin) merasimên hecê cîbicî dikin, pîroz dike.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe ya bi minasebeta cejna Qurbana pîroz de dibêje:
– Ez Hêvîdarim hemû rojên gelê me şadî û xweşî bin. Cejan îsal jî ji bo hemû aliyan bibe cîyê xêr û xweşiyê. Aşitî û bextewerî Îraqa federal di bin perên xwe binixêve û Kurdistan jî bikeve di qonaxeke din ya avadandkirin, binyatdanan û xurtkirina canê biratî, yekrêzî û pêkvejiyanê de ku, îro bûyne esasê jiyana modern.

 

Back to top button