Polîtîk

Barzani û Erdogan civiyan

Serokê Kurdistanê mesud Barzanî û serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan hevdîtin. Hevdîtin li ofisa serokwezirê Tirkiye ya li Stanbulê pêkhat û du seetan berdewam kir.

Piştî hevdîtin dawî bû, serokê Kurdistanê daxuyaniyek da rojnemevanan.

Serokê Kurdistanê ji rojnemevanan re got: Dîtinên me nêzik hevin em di gelek tiştan de wek hev difikirin. Di derbarê pirsa darayi de em wekhev difikirin.Em pişgiriya pêvajoya vekirina demokratik dikin  û dixwazin siyaseta pêşvebirina prosesa demokratikbûnê berdewam be. Politikayek bi vî awayî ji bo Tirkiye û herêmê jî başe.

Di berdewambåna axavtina xwe de barzanî got: Me  vekirî got hêdçä dema inkarkirina miletê kurd xilasbûye. Ev tê wê wateyê ku pêvajoyek din destpêbike. Ji bo vê yekê cesaretek mezin pêwiste.  Piştî vê helwestê em dijê hemû çelakiyên PKK-ê yên çekdarin. Divê hêdî xwîn nerije. Eger tekoşînek hebê divê di parlementoyêde be. Nabê hêdî xwîna gencên Kurd û Tirk birêje. Divê ev pirs bi metoden aşitiyane bêne çareserkirin. Dê siyaseta serokwezîr  di vê  derbarê de bibe arikariya emniyeta  herêmê jî.

Serokê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got: Divê tu asteng di rêya bihevra wek bira jiyandinê  de nemîne. Herweha Barzanî cejna hemû misilmana jî pîroz kir.

Back to top button