Serok Barzani bûyera teroristi li Londonê şermezar kir
Serokatiya Kurdistanê bi navê serok Barzani di derbarê êrîşa li Londonê çêbûyî, xemginiya xwe gihand gelê Britanya.Şeva borî li paytexta Brîtanya-Londonê di encama êrişeke terorîstî de herî kêm 7 sivîl hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn.li peywendiyekî telefonî li gel Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêr, Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi Nûnerayetiya Serok Barzanî peyama hevxemî û hevsoziya Serok Barzanî ji bo gel û Hikûmeta Brîtanya bi Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêr gihand ji bo kirdara terorîstiya bajarê London li 03.06.2017 ku hejmarek hemwelatî bûne qurbanî.Li vê peywendiyê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarên qurbaniyan kir û tekez jî li wê yekê kir ku teror gefeke cîhanî û hemû aliyaneye û li vê rûdana terorîstiyê da gelê Kurdistanê hevxemê gelê Brîtanyaye.