Cîhan

Nêçîrvan Barzani bûyera teroristî şermezar dike

Serokwezîrê  Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyanameyekê de êrişa terorîstî ya duh bi şev li Londonê paytexta Brîtanyayê şermezar kir û hevxemiya xwe ji gel û hikumeta Brîtanyayê û malbatên qorbaniyan ragehand.Ev jî deqa peyanameyê ye:Bi tûndî êrîşa şeva borî ya li Londonê paytexta Brîtanyayê hatî kirin şermezar dikin ku, têde hejmarek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hin kesên din birîndarbûn.Sersaxiyê ji malbatên qorbaniyan û gel û hikumeta Brîtanya re dikin, herwiha hêviya silametiya birîndaaran dixwazin.Nêçîrvan BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê4/6/2017
Back to top button