
Seroka grûpa parlamenterên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku eslê malbata Talebanî ji mezhebê şîene.Ala Talabanî serokê fraksyona parlamenterên YNKê li parlamentoya Îraqê di hevpeyvîneke xwe de digel kanala Afaq ku, televizyonek nêzîkî siyaseta Nûrî Malikî serokwezîrê berê yê Îraqê ye, behsa eslê talebaniyan dike û dibêje ku, talebanî bi esil Şîye ne û ser bi eşîreta Benî Seedin. Ala Talebanî di wê benameyê de şanaziyê bi îraqçîtiyê dike.Van gotinên wê endam YNKê gelek reaksyon bi xwe re anîn û birazîyekê Celal Talebanî bi navê Şêx Elî Talebanî wan gotinên Ala Talebanî red dike û ribîj tu esas jiw an gotinan ra nîne.Şêx Elî dibêje: Em kurd in û kurperwer in, çima ji bo hin armancên biçûk em xwe biçûk bikin û çima em xwe bi biçûk bizanin?Li gor Basnews, Hêro Îbrahîm Ehemd, hevjîna Celal Talebanî, besiva wê endama parlamnetoya Îraqê dide û gotinên wê red dike û dibêje nabe her kes li ser navê mlabata Talebanî daxuyaniya bide.