Polîtîk

Divê di pêşeroja de aşitî û aramî hebê

Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên li Bexdayê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.Di wê civînê de, dawî pêşhateyên serbazî û siyasî li Iraq û Naveyê hatin gotûbêjkirin, derbarê şerê li dijî terorê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî rêz û pêzanînên xwe ji azayetî û qorbaniyên pêşmerge re dûpatkir, herwiha amaje bi wê yekê kir ku, serkeftinên hêzên Iraqê li parêzgeha Mûsilê ji encama hemahingî û palpiştiya raste rast ya hêzên Pêşmerge ne.Her di wê hevdîtinê de derbarê pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê her du aliyan pêdagîrî li ser danûstandinan kirin ku, bi awayeke aştiyane bikarin hemû pirsgirêkan çareserbikin ku, rêzê ji daxwazaên hemû pêkhatiyên Iraqê re bêne girtin daku, di paşerojê de aştî û aramî belav bibe. 

Back to top button