Hevpeyvîn

Barzanî: Rêkeftina li gel Rosneftê dê baweriyê vegerîne bazarên Kurdistanê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku rêkeftina li gel kompaya Rosneftê demdirêjî ye, di warê enerjiyê de ji bo rêkeftina li gel welatên din destpêkeke nû ye. Barzanî got, ku dê ev rêkeftin baweriyê vegerîne bazarên Kurdistanê.Nêçîrvan Barzanî, ku ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saînt Petersbûrê çûbû Rûsyayê, di hepeyvîneke kurt de ji Rûdawê re behsa naveroka hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û giringiya rêkeftina ligel kompanya Rosneftê kir.We ligel kompanya Rosneftê rêkeftineke mezin îmze kir. Sûdên vê rêkeftinê ji bo Kurdistanê çi ne? Ev rêkeftineke bazirganî ye û ew dê li Herêma Kurdistanê kar bikin, sermayeya xwe bikar bînin. Rêkeftina ligel Rosneftê demdirêjî ye, ku Rosneft yek ji mezintirîn kompanyaya Rûsyayê ya di warê enerjiyê de ye. bi baweriya me, piştî wan salên ku rewşa aborî ya Kurdistanê xirab bû, ev rêkeftin dê bibe destpêkeke nû di warê enerjiyê de, herwiha ji bo pêşvebirina pêwedniyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de.Ji ber hatina we û rêkeftina ligel Rûsyayê hêviyeke mezin çêbûye. Gelo ev rêkeftin ji aliyê aborî û darayî ve dê rewşa Kurdistanê çawa biguhere? Em hêvîdar in, ku ev rêkeftin bibe destpêkeke baş ji bo pêwendiyên aborî yên demdirêj ligel Rûsyayê. Bêguman ev yek nîşana vegera baweriyê ye ji bo bazarên Kurdistanê, ku ev çendîn sal in li Herêma Kurdistanê pirsgirêk hebûn. Bi taybetî birîna bûdceyê, şerê DAIŞê, hatina milyonek û 800 hezar koçber, bibû sedema vê qeyranê. Piştî van pirsgirêkan, rêkeftin dê careke din baweriy3e vegerîne bazarên Kurdistanê.Cenabê we ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn civîneke lûtke pêk anî, ku weke civîneke giring tê dîtin. Di vê civînê de we behsa çi kir? Di civînê de behsa pirtgiriya Kurdistanê hate kirin, ku hemû kurd li hêviya vê yekê ne? Di hevdîtina ligel cenabê Serok Pûtîn de me behsa pêwendiyên dualî kir. Herwiha behsa pêşdebirina pêwendiyên aborî yên Rûsya û Kurdistanê kir. Mijareke din şerê teror û DAIŞ bû.Piştî vê rêkeftinê, ku weke mezintirîn rêkeftina petrolê tê binavkirin, gotina we ji bo gelê Herêma Kurdistanê çi ye?Em hêvîdar in, ku ev yek bibe despêkek di warê enerjî û hemû waran de ji bo rêkeftinên zêdetir ligel welatên din jî bibe destpêkek.Rûdaw

Back to top button