Daxwaza biherêmakirina wîlayeta Silêmaniyê dike
Endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê ser lîsteya Tevgera Goranê, di nivîseke xwe de daxwaza biherêmkirina wîlayeta Silêmnaiyê dike û daxwazê ji partiyên desthildar li devera Silêmaniyê dike ku ji bona biherêmkirina wîlayeta Silêmaniyê bi cidî dest bi amadekariyan bikin.Ednan Osman endamê berê yê parlamentoya Kurdistanê ku kadiroyek balay yê Tevgera Goranê ye di niîseke xwe de daxwaza biherêmkirina wîlayeta Silêmaniyê dike û dibêje ku bi herêmkirina Silêmaniyê dikare di paşerojlê de kurdistaneke federal ku ji herêma Silêmaniyê û herêmên din pêk bê, bê avakirin.Vê nivîsa kadiroyê Tevgera Goranê di medya Başûr de gelek deng veda û reaksyonên cuda bi xwe ra anîn û hem bêje piraniya rewşenbîr û kesatiyên Kurdistanê li dijî wê fikira Osman derketin.Lê heta niha Tevgera Goranê helwesta xwe li hember wê fikiê bi fermê diayar nekiriye ka gelo ew helwest siyaseta Tevgera Goran e yan helwesta nivîsakr şexsî ye.