CîhanPolîtîk

Amerîka ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ye

Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê bersiv da îdîayên belyozê berî yê Iraqê li Washingtonê Loqman Feylî û got: “Gotinên ku dibêjin, rêveberiya Amerîkayê dijberiya xwe ji bo giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê ji Mesrûr Barzanî re ragihandiye, ne rast in.”Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê derbarê îdîayên belyozê berî yê Iraqê li Washingtonê Loqman Feylî de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Navborî ne berdevkê rêveberiya Amerîkayê ye, ku bi navê wan daxuyaniyan bide!”Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Em ji bo raya giştî eşkere dikin, ku di tevahî hevdîtinên Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê yên ligel berpirsên bilind ên Amerîkayê de, hevsozî û piştgiriya Amerîkayê ya ji bo daxwazên gelê me hatiye hatiye dubarekirin. Herdu aliyan jî tekezî I ser wê yekê kirine, ku divê hemû pirsgirêk bi hev fêmkirin û bi şêwazên aştiyane werin çareserkirin.”Nivîsîngeha Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Balyozê berî yê Iraqê li Washingtonê beşdarî hevdîtinan nebûye. Agahdarê naveroka van civînan jî nîne, ku bi navê wan daxuyaniyan bide. Bêguman dezgehên rêveberiya Amerîkayê hene ku helwesta fermî ya vî welatî rabigihîne. Heta niha jî ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve daxuyaniyên bi vî awayî nehatine dayîn.”Daxuyanî bale dikişe ser biryara gişrtpirsî û serxwebûnê û diyar dike: “Mijara referandûm û serxwebûnê bi daxwaza gelê me ve eleqeder e. Biraya dawî jî ya hemwelatiyên Kurdistanê ye.”Rudaw

Back to top button