Polîtîk

Serok Barzanî 3 mehê diçe Tirkiyeyê û 3 roja li wir dimîne

Felah Mistefa di daxuyaniyekê de eşkere kir ku Mesşd Barzanî serokê Kurdistanê di di vê heftiyê de bi fermî serdana Tirkiyeyê bike. Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe da dibêje ku serokê herêma Kurdistanê dê di vê heftiyê da serdanan Enqere paytexta Tirkiyeyê bike û dê bi serokomar. Serokwezîr, wezîrê derve û mezine berpirsên Tirkiyeyê re bicive.

Her li ser serdana serok Barzanî ya bo Tirkiyeyê rojnameya tirkî Star dinivîse: Serokê kurdên herêma bakurê Îraqê birêz Mesûd Barzanî dê di 3yê xizîranê da serdanan Enqereyê bike.”

Rojnameya tirî behsa pirogramê serdana serok Barzanî bo Tirkiyeyê dike û dinivîse:” Piştî 9 salan Mesûd Barzanî bi sîfetê serokê herêma kurdên bakurê Îraqê serdana Tirkiyeyê dike. Di çarçoveyê pirotokelekî sewiye bilind da dê pêşwazî li Barzanî bê kirin û Barzanî dê bi serokomar û serokwezîrê Tirkiyeyê re bicive.”

Pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, geşepêdana peywendiyên aborî û siyasî di navbera herêma kurdan û Tirkiyeyê, vekirine deriyê duyem li ser sîrnorê navbera Tirkiyeyê û Îraqê û meseleya vebûna demokratîk û pirsa PKK mijarên civînan bin.

Weke tê zanîn sala 2001ê serok barzî axir car weke serok PDKê serdana Tirkiyeyê kir bû.

Back to top button