Geştên asmanîyê Abu Debî-Hewlêrê destpêkirn

Di merasimekê de ku Elî Sindî wezîrê pilandananê yê hikûmeta Kurdistanê, Raşid Mensûr berpirsê karûberên sefaretxaneya Mîrgehên Yekgirtiyên Erebî li Bexdayê, Hesen Hemadî cîgirê serokê kompaniya Îtîhad a balafiran û hijmareke berpirsên hikûmî li firêkexaneya navdewletîya Hewlêrê amade bûn û bi vê minasebetê çend gotaran hatin pêşkeş kirin.
Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve gotarek pêşkeş kir û têda kêfxweşiya xwe li hember destpêkirina yekemîn geşta asmanî ya şirketa Îtîhad ya balefiran ya Îmaartê ji bo Abo Debî bo Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê nîşan da û ev destpêşxeriya (însiyativ) hikûmeta Îmaratê bi pêngaveke gelek giring wesif kir.
Hesen Hemadî cîgirê serokê kompaniya Îtîhad a balafiran gotarek pêşkeş kir û wî di axaftina xwe da got:”Silavên hevwelatiyên Abuzebî digihînim hevwelatiyên herêma Kurdistanê. Destpêka hemû têkeliyên aborî û berhemanînê pêwîstî bi pirekê heye, îro kompaniya Îtîhad ya Îmaratê ew pir ku dikare herêma Kurdisatanê bi Abuzebî û hemû cîhanê ve girê bide avkir.
Kompaniya Îtîhad ya geştên asmanî dê di hevtiyekê da du caran, rojên şemiyê û sêşemiyê geştên asmanî di navbera Abuzebî û Hewlêrê encam bide.


