Polîtîk

Yawer: Îran derbasî xaka Kurdistanê nebûye

Bêjedarê wezareta Pêşmerge ya hukûmeta herêma Kurdistanê Cebar Yawer di daxuyanîyeka taybetî de ji PNA re ragihand, ku ew nûçe nerastin ewên ku behsa ewê yekê dikin ku hêzên supayê Îranê nêzîkî 5 KM derbasî nava xaka herêma Kurdistanê bûne.
 
Cebar Yawer weha jî da zanîn, ku piştî belavbûna evê nûçeya han, me peywendî ji cihgirê fermandarê hêzên pasevanên sînorîyên herêma Kurdistanê Emîd Fexredîn re kir û wî jî ev nûçeya han ret kir û ragihand, ku li angora ewan nivêsînên fermî û bruskeyên ku ji alîyê bingehên polîsên sînorên herêma Kurdistanê ve gihijtine me, hêzên Îranê derbasî nava xaka herêma Kurdistanê nebûne.
 
Cebar Yawer weha jî da xuyakirin, ku evroj topxaneya Îranê devera Sîdekan topbarankiriye, belê ti zîyanên gîyanî nebûne tenê zîyanên maddî hebûne.

Back to top button