Polîtîk

Şermezarkirina helbijardinîn Esed li Rojavayê kurdistanê

 
Li Rojavayê kurdistanê roja 3-6-2014ê yekemîn helbijardinên serokatiyê li Suriyê li darketin piştî 44 salan ji refrandomên partiya Bees û emîndarê wê yê giştî bo serokatiya welat .

Opozisyona Suriyê boykut kir û ragehand ku şanoweke henekpêkirinê ye ji bal Beşar Esed û rijêma wî ve , piştî kuştina 10 hezaran welatî , talan û wêrankirina sê çariyên welatû mişixtkirina milyonan .
ENKS jî hilbijartin boykut kir û şermezar kir û da xuyakirin ku ew girtina hemû deriyên çareseî yê bû ku NY kar jê re dikie li Cinêvê .

Tevgera Ciwanên Kurd jî du xwepşandan li dar xistin li bajarê QamiŞlo û Dêrikê dijî helbijardinan bi dehan çalakvan têde beşdar bûn , pankartên mina:

-Kurdo.. dengê te hevpariye di xwîna şehîdên me de

-Helbijardinên xwînê gelê kurd têkildar nake

-Rojavayê kurdistanê cihê diktatoran tê de nîne

Bi zimanên kurdî ,erebî û inglîzî  hildabûn ji ber avahiya Şarederiya Dêrikê ta navenda T.C.K  meşiyan û Berhevkarê giştî yê tevgerê Faris Mihemed gotinek got û di gotara xwe de tawanên rejimê şermezar kir ûrexne li herdu encumenên kurd kir ku nakokî di nav wan de  derfeta dîrokî ji dest kurdên Rojava diçe û rewş xeternake .

Xwepêşandana li  Qamişlo jî ji kolana Munîr Hebîb  rojavayê bajar ta qada Apê Osman Sebrî (Hilêliyê) xwepêander meşiyan û bi duruşmên herifandina rojîmê bang kirin.

Cihê pêzanînê ye îro mîtîngek li Amûdê û yek li rojhelatê Qamişlo jî hate li dar xistin ji hêla çalakvanan ve.

Partiyên siyasî bê deng bûn , asayişa PYD jî çend sandoqên helbijartinan li Qamîşlo girtin û da xuyakirina ku rê nade helbijardinên rijêmê lê muxalifên PYD wê tometbardikin bo alîkariya rijêmê di danîna sandikan li bajarên di bin kontrola wê de .

Back to top button