Hevpeyvîn

Du helbestvanên kurd Ahmed Arif dinirxînin

Hevpeyvîn: Zarathustra Gabar ÇIYAN

Îro salvegera wefata Ahmed Arîf e. Helbestvanê mezin. Dengê xelkê xwe. Ozanê gel û tercûmanê jana hejaran. Tenê pirtûkek wî çap bû. Ji kaniya dilê xwe reng da helbestan. Her yek ji wan volkanek e, mayîna li ber teqînê ne.

“Birçî mam, tî mam,
di şevên bêbext û reşûtarî de,
can xerîp, can bêdeng,
can perçeperçe…
Û destên min di kelemçê de,
bê tutin, bê xew mam,
lê min terka evîna te nekir…”

Li Amedê hat dinyê. Li Sîweregê û Rihayê mezin bû. Bavê wî turk e. Dayika xwe wisa dide nasîn: “Dayika min kurdek esîl e. Bavê wê, oldarekî bi ilmê xwe naskirî ye. Jê re dibêjin Îmam Yahya Abdulkadir. Bi navê Şêx Abdulkadir Cibralî jî tê nasîn.”

Ahmed Arif, zimanê kurdî, diyalektên kurmancî û dimilî li Sîweregê fêr dibe. Qala zaroktiya xwe li herêma “Karakeçi”yê ku bir deşt û zozanên xwe dirêjî Weranşarê dibe, dike. Û “Daglarbaşi”yê ku bi çiyayên bilind dighêje Çermûkê. Bîranên xwe li nêzî bînahiya “Kanlikuyu”, li taxa “Şehir” û “Ordu”yê dihêne zimên.
 Adet û toreyên li herêmê, danûstandina eşîretan, kûştin, tolhildan, şînî û girîn, lehengî, merdî û xayintî, girtin, zîndanîkirin, îşkence û zilma li hepsê û li derve, zexta dewletê û bûyerên dema wî piralî bandor lê kiriye. Dema mirov li helbesta wî dinêre, cî û şopên van noqteyên hejmartî tev xuyanî dikin.

“Ku ez bêm kûştin, bêm e windakirin, ez dibêjim,
rût û tazî, di şerekî de,
dixwazim bi mêranî be,
dostanî jî û neyartî jî,
lê yek ji wan jî nabe di rastiyê de…”

Bêhna toreya dengbêjiya kurdî ji helbesta Ahmed Arif  tê. Jiyana kurda, gelên cînar, jarûhejaran û mehkuman hemêz dike. Kur in, dûrbîn in. Bi qasî duhî îro jî têne xwendin û neslên pêşerojê jî dê bixwînin û gelek sudan jê bigrin.

Ew hosteyê peyvên kur û pirwate ye. Her peyvek dibe wêneyek. Di her wêneyekî de dîmenên rengîn, balkêş û biwate xuyanî dikin. Di wan de, em tev hene, bi hêstir, keser û xewnên me forma xwe girtine. Arif ozanek lê hêja ye. Hunermendek mezin e. Pisporê peyvên bilind û kur û afirênerê dîmenên hemdemî ye.

Ji ber helbestên xwe hate girtin. Demek dirêj di girtîgehê de hiştin. Nexweş ket û pêla zilmê û tûnêbûnê ew hejand. Lê serî netewand.

“Hayê te jê heye dîwarê ji keviran?
deriyê hesinî, paca kor,
balîf, text, qeydûzincîra min,
wêneya minî bikeser li devera veşartî,
ku ji bo wê gelek caran çûme mirinê,
hayê we jê heye?
serdanê min, pîvazên şîn şandiye,
bêhna qerenfîlê tê ji çixareya min
Bahar hatiye çiyayên welatê min…”

Îro salvegera wefata Arîf e. Bi munasebeta salvegera wefata wî, em dê helbesta wî bi du (2) helbestvanên kurd, Kamran Simo Hedilî û Serkan Brûsk binirxînin.

– Ji kerema xwe re dîtinên xwe li ser helbestvaniya Ahmed Arîf bihênin zimên.
Kamran Simo: Bi rastî, li ser helbestvaniya yekî weke Ahmed Arif, bi çend kurte bersivan nêrîn diyar kirin ne rihet e. Gelek sedem hene ku vê yekê dijwar dikin. Ahmed Arif helbestvanê, hêvî, nazikî û bêtirsiya ciwaniyê ye. Divê werê zanîn ku ev xisusiyet ne taybetiyên ku paşê bi dest xistine. Ev taybetiyên ku bi Ahmed re derdiketin, ji xisusiyetên gelê ku Ahmed bê vîna xwe bûbû endamê wê, ji xisusiyetên gelê kurd dihatin. Di helbesta wî de helbesta rûmet, nefsbiçûkî û kuriya hunerê heye. Di wan de aqil û hest bûye yek. Li êş û kovanên jînê, hêvî û ezmûna jiyanê hatiye pêçan. Helbesta Ahmed, helbesteke ku xwe disipêrê rastiya jiyanê ye. Di xwendina yek hevokê de xwendevan zehmetiyê nakişêne û li ser zimanê xwedevanan ji ber xwe diherike. Ahmed Arif helbestê ji çiyayên ku bindestiyê nasnakin re, çiyayên welatê wan di nav dewletên degîrker hatî parçekirin û gelê wan bênivîs hiştî, çiyayên ku bûne hêlîna azadiyê re, dibêje. Helbesta wî, straneke ji kulîlkên ku di guldankan de şîn nabin. Loriyeke di nav gur û hirçan de hatiye gotine. Ev lorî mîna ku dê bibe sirûda serkeftinê, tîrejên roniyê, hêvî û daxwazî xwe di nav peyvên hevokan de vedişêrin. Helbestên Ahmed li ser qevda (qebza) xencerê û li dîwarên bendîxanên berxwedanê hatiye neqişandin. Ahmed Arif di helbestê de bi ramaneke derûnî û felsefî nêzîkî mijarê dibe, bi bêje û hevokên watedar reng û rûye mijara xwe dipesinîne.

Serkan Brûsk: Ehmed Arîf hawara dayikan, jan û êşên veşartî yên bavan, dînemêriya xortan û şermokiya keçên kurdan, her cure zordestî û çewisandina civakî di nava risteyên xwe de bi awayekî wisa sade û rewan gotiye ku deriyên dil û mejiyê hemû mirovan li ber xwe heta bidawî vekiriye, vedike û dê her veke jî. Ew zimanê hestên tîr û kûr ên zindana ye. Bi kurtahî Ahmed Arîf bi awayekî hunerî qêrîn û hawara kurdan nerm lê bihêz gotiye. Ji lewre jî, helbestvaniya wî jî, helbestek e. Kêm gotiye lê baş gotiye. Bi hevokên kin, bi peyvên bargiran pirtûka dilê çiyan ji zaliman re xwendiye. Derdê kurdan, kurt û kurmancî bihuner lê mixabin bi tirkî gotiye.

– Helbest bi zimanekî tê nivîsîn. Wergera wê nabe, dibêje Arîf. Dîtina we çi ye?
Kamran Simo: Gelekî rast gotiye, dibe ku zanîbû an jî, hîs kiribe ku helbestên wî dê bi destên wergêrên ku nizanin wergerê bikin, werine wergerandin. Weke mîsal pirtûka wî wergerandin zimanê kurdî. Xwedevanên ku vê wergera kurmacî bixwînin dê ji helbestên Ahmed Arif tiştekî fêhm nekin. Wergêr bi tirkî fikiriye û ji tirkî peyv bi peyv wergerandiya kurdî. Çêja orjînalê winda kiriye. Ji bo wê ye ku Paul Valery dibêje, ’’helbest tiştekî wisaye ku neyê wergerandinî tu zimanên din…’’ Lê wî bi xwe, helbestên Vergilius wergerandina zimanê Fransî. Mirov dikare bêje, ku xwendevanên bi Fransî dixwînin bi saya wergerandina wî, Vergilius naskirin.

Disa Baudelaire, bi xurtê ku helbestên wî wergerandina Îngilizî, xwe pir tore dike. Ew jî mîna Paul valery helbestên Edgar Allan Poe werdigerêne Fransî. Dibêje, helbest nayê wergerandin. An xwe bi yên ku dixwazin helbestên wan wergerênin de tore dikin lê ew bi xwe helbestê werdigerênin.

Em bi xweşbîniyê li van gotin û kiryarên helbestvanan yên ku hev nagirin meyze dikin. Gotina ku dibêjin, helbest nayê wergerandin jî raste û helbest wergerandina wan jî rast e. Ji ber ku hin kes di wergerandinê de, naverokê didinê, şêwe û rêstinê winda dikin. An şêwe û rêstinê didinê û naverokê winda dikin. Bi wergerandina xwe re helbestê zîkêşî dikin. Heta hin kes helbestê kor û kulek dikin, hevok an sembolên ku naçin xweşa wan wernagerênin. Bi van kiryarên xwe, xwendevan ji xwendina helbestê sar dikin.

Ev mamosteyên helbestê dibêjin bila hostayên helbestê, helbestê wergerînin û wê bi xwendevanan bidine hez kirin. Ew jî baş dizanin ku helbest nehatibana wergerandin, me ne ew nasdikirin û ne jî, me yê helbestên Ludingira Sumerî, yê ji berî zayîna Îsa bi çend hezar salan dilovaniya dayîka xwe di helbesta xwe de dibêje û diyarî roja dayîkan dike xwedibana û zanîbana. Werger nebana, me ne Homeros û ne yên berî wî û paşî wî hatin nas dikirin. Me ne helbestvanên li welatên cuda nas dikirin û ne jî ew dixwandin.

Weke hemû beşên hunerê din, pêwîst e helbest jî were wergerandin. Da awaz û ahengên cîhanê nêzîkî hev bibin ji ezmûn û derbirînên hev sud wergirin. Bi riya wergerê dan û sitandin di nav netewan de pêktê. Mirovan hê pirtir nêzîkî hev dike. Di cihên hevpar de wana digihênê hev û xizmetê ji aştiyeke hemdemî re dike. Li aliyên din, wergerandina helbestê zimanê ku pê tê wergerandin jî, bi pêşve dibe. Ji bo ku helbest bi zimanê bilind tê nivîsandin. Ji wergerandinê re jî, zimanê bilind pêwîst e.

Serkan Brûsk: Helbesta her helbestvanekî/ê giyan, hiş, bîr, serpêhatî, perwerde, xeyal û hwd ê wî/wê kesê/î ye. Wekî din jî, helbest ziman bixwe ye. Ez bawer nakim ku tu tekstên din bi qasî helbestê bi ziman bi xwe re ew qasî bûbe yek. Mînak di teksteke zanistî de ziman weke alaveke ragihandinê ye. Lê girêdana helbest û ziman mîna goşt û hestiyan e. Îca kesek dikare li gora zanista wergerê tekstekê ji zimanekî ji bo zimanekî din wergerîne. Ev ji bo tekstên zanistî û paxşanî asan e. Lê ne ji bo helbestê. Ji ber helbest bi peyvan tê avakirin. Û her peyvek di her zimanî de xwedî dîrokeke wateyî ye. Ji lew re jî wergera helbestê zehmet e lê şîroveyeke baş a helbestan dibe. Wek mînak mirov dikare piştî temenekî bibe hemwelatiyê dewleteke din û bi awayekî fermî belgeya hemwelatiyê bistîne û zimanê wî miletî jî baş fêr bibe, lê mirov nikare ji binî de giyan û çanda xwe bike ya miletekî din. Ev ne asan e, çend nifş jê re lazim e. Ji bo teksteke zanistî guhertina ziman têrê dike, lê ji bo helbestê, na.

– Arif bi kurdî zane. Çi tesîra zimanê kurdî li ser helbesta wî heye?
Kamran Simo:
Zanîna kurdî, na ne zanîna kurdî ez nizanim lê tiştê ez zanim ew ku Ahmed Arif bi tirkî nivîsiye û ji helbestvanekî kurd pirtir helbestvanekî tirkiye. Mîna kurdekî çepgirekî tirkiye hest û ramanên xwe bi tirkî anîna ziman. Rast e hevîrê hest û ramanên Ahmed Arif ji Kurdistanê ye û gelek êşên gelê kurd di helbestên xwe de anîna ziman. Lê qet navê Kurdistanê li derêke derbas nebe. Navê Anadol, çokuruva, torosan heye, lê navê Kurdistan, Zagros û Germiyan nîne.

Ez bawer nakim di hunandina helbestên wî de ku zanîna zimanê kurdî bandor kiribe ji bo ku di wê demê de kurdên ku bi kurdî zanibin û karibin helbesta nû binivîsin an kurdiya wan bandorê li zimanê ku pê helbestê dinivîsin bike li bakurê Kurdistanê hebin. Dibe ku kurdiya wî jî, mîna kurdiya Yaşar Kemal devoka herêmî be û sud ji destan û stranên kurdî wergirtibe.

Serkan Brûsk: Ahmed Arîf ji hêza zargotin û folklora kurdî bi awayekî maksîmal sûd wergertiye. Mirov tesîreke pir vekirî ya sitran û biwêjên kurdî di hemû helbestê wî de dibîne. Ji xwe taybetmendî û xweseriya wî ya ji helbestvanên tirk di vir de xuya ye. Ahmed Arîf bi alîkariya zimanê kurdî, ji xwe bi turkî zimanekî xurt î wêjeyî, ji bo gotina êş û janên kurdan ava kiriye. 02 Hezîran 2014

 

Eurokurd News / TigrisHaber

 

 

 

Back to top button