Li bakur siloganên bizava kurdî ber bi bitirkîkirinê diçin

Îsmaîl Bêşkçî sosylogê tirk û dostê gelê kurd di hevpeyvîneke xwe de digel rojnameya Hewlêr ku, li başûrê Kurdistanê bi zaraveyê soranî derdikeve, got ku, biryara hikûmeta herêma Kurdistanê ya firotina neftê bêy razîbûna Îraqê biryarek di cîyê xwe de ye û ew pêşniyar dike ku, divê di warê hinartin û firotina neftê de herêma Kurdistanê xwedî gotina xwe be:

          Bi dîtina min serokatiya Kurdistanê karekî baş kir û samanên jêrerdî yên xelkê Kudistanê ne. Divê di vê pirosesê de kurd xwedî gotina xwe bin. Madam dinyayê pêwîstî bi enerjiyê heye, divê kurd biryara yekem û dawî li ser neft û gaza xwe bide. Herwesa divê di warê siyaseta nefta Kurdistanê de Bexda li derveyî pirosesê bimîne. Niha kurdan îspat kir ku, dikarin wî karî bikin, êdî pêwîst nake rê ji destêwerdanên Bexdayê re bê dan.

          Bi dîtina min divê, destpêkê, elît, rojnamevan û ronakbîrên Kurdistanê lêkolînan li ser tecrûbeyên weke ya herêma Kurdistanê bikin. Lêkolînan li ser wan welatan bikin ka çawa neft kirine karta siysaî bo serxwebûnê. Lêkolînan li ser wan neteweyan bikin ku, misilman in û mafên xwe yên neteweyî di welatek îslamî de wergirtine. Weke mînak; tecrûbeya bengalan li Pakistanê. Tevî vê jî hişiyariya neteweyî û yekdengiya kurdan û bawerî bi xwe hebûn ji bo niha û paşeroja Kurdistanê gelek giring e.

Bêşkçî di hevpeyvîna xwe de dibêje ku, niha jî Kurdistan koloniyalek navdewletî ye. Mînak jî ji bo vê yekê, ji bona parastina berjewendiyên xwe heta niha Austirya neamadeye bikujên  Ebdulrehman Qasimlo bide mehkemeyê û dosyeyên wan veke û diyare gelek welat li pişt wê dosyeyê hene. Herwesa di pirsa firotina nefta herêma Kurdistanê de Amerîka miamilê digel kurdan nake û helwestên wê ne di berjewendiya kurdan de ne. Ji her çar aliyan Kurdistan di bin fişarê de ye:

          Lê tevî vêna jî derfet û îmkanên mezin ji bo kurdan hene. Xebata beşên din yên Kurdistanê û tecrûbeya demokratîk û azadiya hizrî li herêma Kurdistanê, herêm kiriye giraveke  pişingdar her ji Îranê heta Maroko yê. Hebûna samanên jêrerdî karteke ji bo serxwebûna Kurdistanê kareteke gelek bi bihêz e.

Sosiyologê tirk û dostê gelê Kurdiatnê dibêje ku, êdî divê kurd gavên piraktîkî ji bo dewleta kurdî pavêj in:

          Min hergav gotîye ku, gelek hokarên navxweyî û derekî Kurdistan ji wan mafan bêpar kiriye.  Dewletên dagîrker li jêr navê biratiya misilmaman rê ji serxwebûna Kurdistanê nedaye, lê kurd birayekî cuda ye, zêdetir ji 40 milyon bira xwe bi kurd dizain û bi serxwebûna Kurdistanê xewina dibîn in. Êdî nabe kurd bi slogan û siyaseta Tirkiye, Îran, Îraq û Suriyeyê bên xapandin, divê kurd kêmtir ji dewleta kurdî razî nebin.

Bêşkçî di bêje ku li bakurê Kurdistanê siloganên bizava kurdî ber bi bitirkîkirinê ve diçin  êdî weke berê behsa dewleta kurdî nayê kirin û ”ev jî şaşiyeke cidî ye”.

Nerîna min :