Serhildana 1925an û Şehîd Şêx Seîd Efendî

Ne hewceye ku ez di derheqê Şêx Seîd de kûr û dûr binivîsînim. Ji ber ku ew û hevalên wî, ji alî Milletê Kurd va tim û tim tên bibîranîn, ew li ba Gelê Kurd wek taca zêrîn in.

Sıraç Oğuz

Di dema dawîbûna, şerê cîhanê ya yekemîn da, împaratorîya Osmanî hate hilweşandin.

Piştra Komara Tirk bi destê Mistoyê kor, Ismetê kerr û hevalên wan hate awakirin

Çend sal piştî damezrandina komarê, sedem pirsgirekên olî û netewî gengeşîyên mezin çêbûn.

Xwedêgirawî, di destpêkê da Komara Tirk wek komara Tirk û Kurdan, bi navê biratîya gelan hatibû damezrandin.

Di demek kurt da Kurd dîsa bi dek û dolaban hatin xapandin.

Li seranserê Kurdistanê zilm û zordarî dest pê kir

Li dijberî zilm û zordarîyê, li gund û bajarên Kurdistanê alozî çêbûn.

Gelê Kurd xwe di nav tevgerîyek nû da dît…

Di sala 1925’an da, di bin rêveberîya Şêx Seîd da serhildana Gelê Kurd dest pê kir.

Êdî bîr û bawerîya Kurdan, bi Mistoyê kor, Îsmetê kerr û hevalên wan nedihat.

Komara Kemalîst, bi fêlbazî zordarîya xwe roj bi roj zêde dikir.

Gelê Kurd piştgirîya serhildanê kir û ber xwe da.

Di dema serhildanê da Tarîqeta Neqşibendî rolekî girîng lîst, bi saya wan piranîya şêx û melle û oldarên Kurd têkilî serhildanê bûn.

Mixabin di demekî kurt da, serhildan têk çû, Şêx Seîd û 47 hevalên wî li Amedê hatin dardekirin.

Bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Bajar û Gund bi hêncetê şer wêran bûn. Bi sedhezaran Kurd bi destê zorê hatin nefîkirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe ji bo milletê Kurd canê xwe feda kirin, lê bi tekoşerîya xwe ji gelê Kurd ra mîrateke giranbuha hîştin.

Bi mêranî, bi zanayî û bi canfîdayî rîya azadî û serxwebûnê ji bo Milletê Kurd vekirin.

Ne hewceye ku ez di derheqê Şêx Seîd de kûr û dûr binivîsînim. Ji ber ku ew û hevalên wî, ji alî Milletê Kurd va tim û tim tên bibîranîn, ew li ba Gelê Kurd wek taca zêrîn in.

Bêguman heta Kurd û Kurdistan hebe, Şêx Seîd û hevalên wi jî tûcar nayên ji bîr kirin.

Ew iro jî di nezera Milletê Kurd da, wek rêberê netew û şehîden bêhempa nin.

Ji destpêka Serhildana Şex Seîd heta roja îro, dewleta Kemalist bi kuştin û bi asîmîlasyoneke bê sînor zilm û tahde li Kurdan kir. Zilma komara kemalîst îro jî bi destê hikûmeta bi navê îslamîst berdewam dike.

Bi kurtî mirov dikare bêje, çep û îslamîstên dagirkeran wek hev in.

Ew hemû di warê Kurd û Kurdistanê da fêlbaz û durû û bê wîjdan in.

[email protected]

12.02.2020

Nerîna min :