Serekerkanê Amerîkayê General Mark Milley bi serdanek surprîz roja Şemiyê baregeha leşkerî ya li Rojava kontrol kir. 

Li gorî nûçeya Euronewsê, Milley ku 8 sal in di têkoşîna dijî DAIŞ de dixebite, ji rojnamevanên li gel xwe re behsa rewşa herêmê kir û anî zimên ku hêzên Sûrî bi pêşengiya Kurdan û leşkerên xwe, di warê misogerkirina têkbirina mayînde ya DAIŞê de pêşde diçin. 

 Miley, rojek berî serdana xwe ya surprîz li Îsraîlê bû. 

Serdana Mîlley ji alî rayedarên Sûrîyê ve hat rexnekirin û nerazîbûn hat nîşandan. Serdana Mîlley ji alî rejîma Sûrîyê ve wek desttêwerdana nava Sûrîyê hat nirxandin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: