Çêlîkê maran bê jehir nabin

Dibêjin tu çi têxî beroşê tê wê jê derxî. Zarok ji ber xwe ve nabin nîjadperest. Dê û bav, malbat wan çawa û bi çi hest û îdeolojîyê mezin bikin, zarok wilo mezin dibin. Yanî, zarok jehra xwe ji dê û bavên xwe, ji mezinên xwe distînin.

Bi qasî ku Romî dijminatîya Kurdan dikin belkî tu kesekî din nake. Bi qasî ku Romî zarokên xwe bi jehra nîjadperestîyê mezin dikin, tu milletekî din nake. Bi taybet li dijî Kurdan dijberî, neyartî û nîjadperestîyek bê hempa dikin. Çi di qada siyasî û têkilîyên mirovî de be, çi di qada çand û werzîşê de be, nîjadperestîya wan zora wan dibe û tu dibê qey bi dijminatîya Kurdan nexweşîya xwe ya şîzofrenî derman dikin.

Helbet ev siyaseta sîstema dewletê bi xwe ye. Ji ber beşê herî mezin ê Kurdistanê di nav xaka Tirkiyê de ye, ji ber tirsa ku Bakurê Kurdistanê ji bin dagîrkerîya wan derkeve û xaka wan piçûk bibe, bi şev û roj neyartîya Kurdan dikin û Kurdan wek dijminê sereke nîşanî zarok û ciwanên xwe dikin. Ji çep û rastên wan bigirin heta bi oldar ne cahilên wan, gava mijar dibe Kurd û Kurdistan, wek conegayên Îspanî çavsor û dîn û har dibin.

Neyartî û nîjadperestîya wan di maça Amedspor û Bursasporê de carek din xwe da der. Berî maça bi Bursasporê re lîstikvanên Amedsporê li kêleka qadê û ji çeperan rastî êrîşan hatin. Her wiha komek temaşevanên êrîşkar wêneyên Torosên spî û endamên JÎTEMê yên ku bi hezaran Kurd qetil kiribûn li stantan vekirin.

Eşkere ye ku nîjadperestî bi awayekî profesyonel tê organîzekirin û kesên ku sûcên lînç û nefretê dikin, ji alî piranîya civaka wan ve bi rêz û hurmet tên destnîşankirin. Ji ber ku dad û dadwerî tuneye û hebe jî ne ji bo Kurda ye, mixabin kiryarên ku li dijî Kurdan dikin ji wan re kar dimîne û zêdetir wêrek dibin.  Bav û kalên me belasebeb negotine çêlîkên maran bê jehir nabin…

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: