
Hevpeyvîna Serokwezîrê Sûdanî ku tê de gelek mijarên girêdayî Iraqê cih girtibû, doh di kanalek Erebistana Siûdî de hat weşandin.
Sûdanî, amaje bi peywendiyên di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de jî kir û got, “Rêkeftina siyasî ya Hevpeymaniya Desthilatdar ya Herêma Kurdistanê, pabendiyek yasayî û cîbicî ye. Hikûmet bi van pêkanînan ve girêdayî ye û li gorî destûr û yasayê cîbicî dike. Ji bo şopandina van peymanan komîteyek wezîran hat avakirin”.
Sûdanî bal kişand ser wê yekê ku divê pirsgirêk bi awayekî ku hemû Iraqî jê sûd werbigirin bên çareserkirin û wiha dewam kir: “Pirsgirêk ji hikûmetekê derbasî hikûmetek din bûn. Ji bûdceyê bigire heta qanûna neft û gazê ya ku hemû tedbîr û polîtîkayên derbarê çavkaniyên neft û gazê de bi rê ve dibe, heta pirsgirêkên sînor û deriyên sînor, ev hemû dikarin bên çareserkirin. Ez ne dûrî pêvajoya siyasî me, ez ligel hemû hikûmetan bûm”.
Sûdanî amaje bi peywendiyên navbera PDK û YNK jî kir û got: “Aramiya siyasî ya navbera PDK û YNK li Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina rêkeftinan faktorek girîng e. Li ser lihevkirin û yekitiya Herêma Kurdistanê cidî ye. Li Herêma Kurdistanê jî pratîka ku ji aliyê hikûmetê ve tê meşandin ji bo pêkanîna peymanê ye”.