Nivîsar

Şerê Rusya – Ukranya û helwesta hinek Kurdan!

Bi fermana serokê Rusyayê Vladimir Putin êrîşa Rusya li ser Ukranya berdewame û 8 roj sere derbas bûn.Şer roj bi roj dijwartir dibe , rojane daxûyaniyên cuda têne dayin. Şevîdin êrîşek bi hêz birin ser bajarê Ukrayna Harkov, li vê derê gelek avahiyên hukumî hinek cihên sivîl jî hatin bombebaran kirin. Di van êrîşan de 21 kesî jiyana xwe ji dest dan 112 kes jî birîndar bûn.

Herî dawî Rusya daxûyakirin ku, nêzikî 500 efserên wan hatine kuştin. Herweha berpirsên Ukranya dibêjin heta niha 9000 eskerên Rusya hatine kuştin. Ev şere û xelkek tên kuştin, avahi diruxin, bajar wêran dibin bi sedê hezara insan jin, zarok ji dev malên xwe berdidin û berê xwe didin welatên cîran. Xelk ji bo jiyanê li berxwe didin. Şer karasata herî mezine di dîroka mirovatiyê de.

Berpirsên welata li gora berjewendiyên welatên xwe daxûyaniya didin, Rusya tehdîta şerek nûkler dike. Yanî ihtimala ku şerê sêyem yê cîhanê di rojevê de ye. Eger şerek sêyem cîhanî derkeve ev cîhana ku em lê dijîn têkdiçe, cîhanek nû tê damezirandin.

Gelek kes, siyasetmedar, rewşenbîr, aliyên siyasî û kesayetên naskirî di derbara vî şerî de dîtinên xwe dibêjin û helwesta xwe didin diyar kirin. Hinek aliyên Rusa û hinek jî aliyê Ukranya digirin. Lê di rastiya xwe de sedemê van helwestan nayê zanîn. Em wek kurd gerek bandora vî şerî li ser welatê xwe binirxînin û helwesta xwe di vî warî de diyar bikin.

Gelek kesên hêja xwe Komunîst dibînin pişgiriya êrîşa Rusyanyê dikin û dibêjin ku, Rusya tiştek rast dike. Ya herî balkêş ewe ku , di dema xwe de hinek ji wan kesa li himber Kurdan jî pişgiriya Sovyeta dikiran, gerek Kurdek niştimanperwer nebe dîlê îdeolojiyan. Herweha gelek jî berxwedan Ukranyayê dinirxînin û pişgiriya vî welatî dikin.

Ji berî her tiştekî tu mafê Rusya tuneye ku, êrîşek bi vî awayî bibe ser Ukranya . Eger Ukranya welatek serbixweye, ew awayê bixwazin siyaseta xwe dikin û welatê xwe rêve dibin. Ji bo vê yekê Rusya ne xwedî mafe êrîşê Ukranya bike û bibe sedemê karasatek mirovatî. Ukranya  li ber xwe dide û welatê xwe diparêze. Rusya dixwaze Ukranya dagir bike, ew jî li berxwedidin. Yek êrîş dike û yek jî xwe diparêze. Veca ne hewceya mirov bûyerên yekitiya Sovyeta  li gora xwe binirxîne û pişgiriya êrîşa Rusya bike.

Ji aliyek din ve du herêmên ku li axa Ukranya de ne, dixwazin serbixwe bibin. Rusya jî serxwebuna van herdu deveran naskir. Raste piraniya nişteciyên herêmên Luhansk ve Donetsk Rusin. Ev xelk kengê hatibin û cih bibin ne gelekî girînge. Tê zanin ku di dema Sovyeta de taybetî serdema Stalin de bi sedê hezaran xelkêk ji cih û warên wan derxistine rêkirine deverên cuda. Herweha li gelek herêman jî Rus bi cih kirine. Ev rastiyeke. Bi dehê hezaran Kurd jî li ser axa wan rakirin û rêkirin herêmên cuda.Lê îro xelkê herêma Luhansk ve Donetsk bixwazin çarenûsa xwe diyar bikin ev mafê wan e.

Rusya bi çi armancê pişgiriya wan bike bila bike, ev rastiya heyî naguhere. Kurt u Kurmancî di vî şerî de Rusya dixwaze welatekî dagir bike û ew welat jî di rêberiya serokê xwe de li berxwe dide. Vêca kî pişgiriya kî bike keyfa xwe ye. Ji xwe  pişgiriya me Kurda ji gotarê wêvetir naçe.

Ji bo dawîbûna şer, heyetên Rusa û Ukranya hevdibînin, ji aliyek din tişta herî erênî ewe ku, rêyên diplomatik vekirine  nexetimîne. Mirov hêvî dike ku, encama vî şerî û armanca aliyên şer dikin çibe bila be, lê rojek zûtir bisekine û cardin karasetek mirovatî rû nede. Ya li rûdayî jî mestir nebe.

3.3.2022

Şirove/Nêrin

Back to top button