
Serokê Partiya Niştimani ya Tirk Dogu Perinçek di derbarê şerê Rusya û Ukranya de, li ser kanalên televizyone helwesta xwe eşkere dike û vekirî pişgiriya Rusya dike. Dogu Parinçe kesayetek ku çepe, yani sosyalistek nasyonaliste û Kemaliste. Perinçek demekî dostaniya Abdullah Ocalan dikira û heta li Baka serdan Ocalan kirîbû. Ocalan jî gelek bi germî pêşwaziya Perinçek kirîbû.
Dogu Perinçek bernameyeka televizyonî de dibêje: Em bi awayekî vekirî pişgiriya Rusya dikin. Herweha bi vê mebestê heyetek ji partiya me serdana Moskova kir. Di nav vê heyetê de karsazê navdar Ethem Sancak jî hebû. Hevdîtinên gelek girîng kirin. Bi cîgirê wezîrê derve yê Rûsyayê re civîyan. Ez dikarim bêjim Rûsya helwesta birêz Tayyip Erdogan wefadar nabîne. Rûsya ji helwesta Tirkiyê nerazî ye. Ez niha agahdariyên heyeta me li gel xwe anîne eşkere nakim. Stenbol ji bo Rusan gelekî hêja ye. Dostaniya Tirkiyê jî gelekî hêja ye. Çima Stenbol hilnebijart û Belarûs hilbijart? Ev bo Tirkiyê peyamek e. dibêje we baweriya min têkbir
Karsaz Ethem Sancak kesayetek balkêş e. Ew bi xwe eslê xwe erebe û ji gundekî yê bajarê Sêrtê ye, xizmetiyeka wî li gel hevjina Erdogan, Emine Erdogan jî heye. Ethem Sancak di dema xwendevaniya xwe de hevalê Dogu Perinçek bû û di xeta Perinçek de siyaset dikira. Piştî desthilatdariya AKPê Ethem Sancak bû karsaz û roj bi roj mestir bû. Niha xwediyê fabrikayên strastejik û gelek kanalên Televizyoniye û piraniya projeyên mezin di destê Ethem Sancak de ne.