PolîtîkRojev

Biryara Dadgeha Federalî, siyasî ye û xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê nake

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, biryara Dadgeha Federal, mafên destûrî yên Herêmê û dawî guhartin û pêşhatên Iraq û navçeyê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferansa rojnamevanî de ragihand, li ser hin babetên ku bandora rasterast li ser rewşa Herêma Kurdistanê dike, dixwazim behsa wan babetan ji xelkê Herêma Kurdistanê û Iraqê re bikim.

Mesrur Barzanî got: “Min roja 10/7/2019an sûnda yasayî xwar ku berevaniyê li hemû mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikim. Bi heman şêwe jî, berpirsên din ên di Serokatiya Herêm, Parlemanto, Encûmena Wezîran, Wezîr û endamên Parlamentoyê, wan hemûyan jî sûnda yasayî xwariye. Niha jî em dibînin ku çendîn mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê hatine binpêkirin. Di madeyên 44 û 45 ên destûra Iraqê de, behsa pêkanîna Encûmena Federalî dike, lê heta niha ew encûmen pêk nehatiye. Ev jî yek ji xalên girîng ên destûrê ye ji bo parastina mafên herêman û wan parêzgehên ku wek herêm pêk hatine.

Damezirandina vê Encûmena Federalî, dê bandora wê li ser piraniya pirsgirêkên di navbera Herêmê ligel Hikûmeta Federalî hebûya. Ji ber wê pêwîst e ji bo rêz li destûrê bê girtin, ew madeyên destûrî wek xwe bên cibicîkirin. Nabe ew madeyên di berjewendiyên aliyekî de bêne cibicîkirin.”

Di derbarê biryara Dadgeha Federalî ya derbarê gaz û petrola Herêma Kurdistanê de Mesrûr Barzanî dibêje: “Madeyên 110, 112 û 115 ên destûrê, her yek ji wan bi awayekî behsa wê babetê dikin. Di madeya 110 de behsa hemû desthilatên federalî dikin û her çi di wê madeyê de nehatibe, ew ji desthilata herêman û parêzgehan e. Madeya 111 jî behsa wê dike ku neft û gaza Iraqê ya hemû Iraqiyan e bi hemû herêm û parêzgehan ve, lê bi ti awayekî behsa wê nekiriye ku neft û gaz ya Hikûmeta Federalî ye. Di madeya 112 de behsa wê dike ku çawa îdareya dosyeya neft û gazê bê kirin. Di madeya 115 de jî behsa wê ku her çi ne desthilata federalî be, dibe desthilata herêm û parêzgehan. Ji bilî vê jî, du madeya 122 a destûrê behsa qerebûkirina wan xelkê ku ji aliyê rêjîma berê tawan lê hatine kirin dike. Bêguman xelkê Kurdistanê ji her aliyekî zêdetir ziyan gihîştiyê, ji kîmyabaran, enfal, wêrankirina gund û bajaran û heta niha jî wek madeyeke destûrî ew neketiye warê cibicîkirinê û xelkê me nehatiye qerebûkirin. Ev jî binpêkirina madeyeke destûrî ye.

Di madeya 92 a destûrê de behsa dirustkirina Dadgeha Destûrî dike. Li vir dixwazim bi berfirehî behsa vê babetê bikim, ev dadgeha destûrî yah eye, di dema yasaya Hikûmeta veguhêz de hatiye pêkanîn, anku berî nivîsandina destûrê. Piştî destûr hat nivîsandin û piraniya xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê deng pê da, pêwîst bû ew Dadgeha Federalî li gor madeya 92 a destûrê bihata damezirandin, lê belê ev jî nehat kirin.”

Ez nakevim nava hûrgiliyên madeya 92 a destûrê, lê ez ê kurteyek pêşkêş bikim, ji bo bizanin ku dirustkirina Dadgeha Federalî bi çi awayî dibe: 1- Dadgeha Bilind a Federalî, desteyeke dadwerî ya serbixwe ye di ware darayî û birêvebirinê ve. 2- Dadgeha Bilind a Federalî, ji hejmarek ji dadwer û pisporên fîqha Îslamî û yasanasan pêk tê, diyarkirina hejmar û awayê hilbijartinê û karê dadgehê bi yasa û dengê 2/3 yê hejmara endamên Encûmena Nûneran tê birêkxistin. Lê belê ev yek jî nebû. Ji ber wê, em daxwazê ji Encûmena Nûneran a Iraqê dikin ku hewla pêkanîna Dadgeha Federalî li gor rêkarên destûrê bide, ji bo bi awayekî bêalî biryaran li ser pirsgirêkan bide ji wan jî pirsgirêkê di navbera Herêman û Hikûmeta Federalî de.”

Berdewamiya daxûyaniya xwe de serokê hukumeta Kurdistanê dibêje: “Di ti birgeyeke destûrê de nehatiye ku bibêje, Dadgeha Federalî divê di dema yasaya Hikûmeta Veguhêz de were pêkanîn û dikare biryarê li ser destûr bide. Biryara vê dadgehê ya vê dawiyê, li dijî madeyên destûrê ye. Ev madeyên ku min behsa wan kiriye, diyar in û ti dadgehek nikare van madeyan biguhêre. Lê belê dadgehê ev biryar, li dijî yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê daye û li dijî madeyên destûrê ye maf daye xelkê Kurdistanê çawa îdareya vê dosyeyê bike. Ev biryar, di demeke gelekî hestiyar de ye. Ev biryar hem ji aliyê demê ve û hem ji aliyê çawaniya derketina vê biryar ve, biryareke siyasî ye û bi ti awayî nakeve berjewendiya xelkê Iraqê.

Me daxwaz ji Hikûmeta Federalî kiriye ku derfetê bidin me, ji bo em guftûgoyan bikin, heta ku bigihin encamekê û li ser bingeha destûrê ev pirsgirêkên hene çareser bikin. lê mixabin wan ti derfet neda me û biryareke tekalî dan ku bi ti awayî bi binemayên destûrê re nagunce. Herêma Kurdistanê di bin zextên gelek mezin de ye, lê em geşbîn in ku em ê vê qonaxê derbas bikin û ber bi pêşeroj û aborîyeke baştir ve biçin. Em amadehiya xwe ji bo diyalogê li gel Bexdayê li ser hemû pirsên hilawîstî yên di navbera Herêm û navendê de nû dikin.”

Back to top button