Şerê Qerebaxê û Helwesta Kurdan…

Şerê Qerebaxê û Helwesta Kurdan…Ikram OguzKurd mileteke bindest e.Miletên bindest aştîxwaz in.Daw û doza demokrasîyê…Daw û doza wekhevîyê…Daw û doza mafdarî û dadmendîyê dikin.Jiber ku bindest in.Jîyanek aştîyane jibo wan xewn…Demokrasi…Wekhevî, xewn û xeyalên wan dixemilîne.Mafdarî para wan, dadmendî jî parastina mafê wan e.Jiber ku, li hember serdestên xwe bê hêz û bê quwet in.Ji dewletên bi hêz piştgirîyek nebînin, di şer da têk diçin û bi ser nakevin.

Dagirkerên wan bi nakokîyên navxweyî ya jî bi şerekî navdewletî da têk neçin, ew bi ser nakevin.Loma mafdarîya xwe, bi aştîyane û bi daxwazên gerdûnî va girê didin û tînin zimanLêbelê ew bixwe jî di jîyana xwe ya rojane û navxweyî da ji aşitîyê dûr in.Ji dagirkerên xwe ra… ji hev ra şervan û şêr in.Ji şert û mercên demokrasîyê bê hayîdar…Di nav mala xwe da otorîter û ji wekhevîyê dûr in.Ger ku mezinên malê, ya jî serokê eşîret û partîyan bin, ji xwe ra mafdar û dadmend, ji kesên derdora xwe ra jî fermander û dadger in.

Cudabûna di navbera daxwaz û helwestên wan da cîh digre, bêguman nakokîyeke xwezayî ye.Jiber ku mirov bindest be, daw û doza serbestî û azadîyê dike, lê serdest be, bindestî çîye û rewşeke çawa ye, nizane.Kurd jî mileteke bindest û belengaz e.Di jîyana navxweyî da ji demokrasî û wekhevîyê bêpar be jî, daw û doza demokrasî û wekhevîyê dike.Hemû pirsgirekên xwe, dixwaze bi tewneke aşitîyane çareser bike.Lê gava ku ev rê girtî be, rêyek din tenê dimîne.Ew jî şer e.Bi hêz û quwetek sînordar jî, nikare dagirkerên xwe têk bibe.Loma divê li firsenda têkçûyîna dagirkerên xwe bigere.Ev firsend carcaran bihêzbûna nakokîyên navxweyî, carcaran jî bi şerê di navbera dagirker û dewletên din da biqewime, derdikeve pêş…

Li Iraqê û Surîyê, ev firsend wek li ser sinîyek zêrin derket pêşîya Kurdên Başûr û Rojava.Dewleta Iraqê berê bi şerê li hemberî Îranê, dû ra jî li hemberî Amerîkayê ji hêz da ket û têk çû.Surîye jî ji nakokîyên navxweyî û destdirêjîya dewletên mezin va ji hêz da ket û îro ber bi têkçûyînê diçe.Sedem vê yekê, îro Kurdên Başûr û Rojava xwedî dewlet nebin jî, li ser axa xwe serdest û rêvebirên xwe ne.Tirkiye û Îran îro di rojhilata navîn da, hê du dewletên dagirker û bi hêz in.Ne ew bindestîya Kurdan qebûl dikin û mafê wan bi aştîyene didin, ne jî Kurd bi tena serê xwe dikarin ji bindestîya wan xilas bin.Xilasbûna ji bindestîya van her du dewletan jî, bi jihêzketin û têkçûyîna wan va girêdayî ye.Nakokîyên di navbera Îran û Amerîkayê da roj bi roj zêde, şer jî nêzîk dibe.

Tirkîye jî îro di gelek enîyan da di qada şer da ye.Sedem hebûna wê ya li Sûrîyê û Lîbyayê, li Derya Sipî û li Kafkasayayê, ber bi tenêtîyê diçe.Ev çend roje jî, li Qerebaxê bi destê Azerîyan enîyek nû vekirîye, bi şerê li dijberî Ermenîyan jî dixwaze sînorê desthiladarîya xwe fireh bike.Qerebax di dîrokê da wek axa Kurdan cîh digre.Mixabin îro li wir ne Kurd, ne jî daw û dozek wan ma ye.Loma Azerî dibêjin, ew der ya me, Ermenî jî dibêjin ya me ye.

Di derbarê vî şerî da, hez û partîyên Kurd bêdeng in, ku ez bixwe bêdengîya wan maqûl dibînim.Jiber ku, herçiqas îro ew qada ku şer tê da diqewime, axa Kurdan be jî, bi têkildarî û kuştina Kurdan va encama şer nayê guhartin.Lê divê Kurd di hest û helwestên xwe da, bê alî jî nemînin.Ew alî jî, bi çi awayî dibe bila bibe, divê daxwaza têkçûyîna Azerî û Tirkan be.Jiber ku, ji dakirkerên Kurdan ya herî bi hêz, îro dewleta Tirk, piştgirê wê ya herî nêzîk jî Azerî û Azerbaycan e.Têkçûyina Azerîyan bi awayekî jihêzketina Tirkîyê ye, ku Tirkîye li ku derê û çiqas jihêz bikeve, ew jî xilasbûna Kurdên Bakur ewqas nêzîk dike…

02.10.2020

Îkram Oguz

[email protected]

Navkurd

Nerîna min :