Cîhan

Hizbulah: Şerê kerkûkê serkeftina eniya bergîriyê yê bereya Îranê ye

Endamê Komîta Navendî ya Hizbulaha Libnanî Şêx Nebîl Qawûq ji ajansa “Tesnim” a Îranî re ragihand, “Dewleta Iraqê destefteke stratejîk li Kerkûkê bidest xist ew destkeft bûye destkefteke nû ya “Mihwerê Bergîriyê ê bereya Îranê” û şikestineke nû ya Amerîka û Îsraîlê li navçê.Roja 16ê Cotmehê, Heşda Şeibî û hêzên Iraqî bi serperiştiya supaya Pasdaran û general Qasim Suleymanî û bi rêkeftin ligel baskekê ji YNKê, Kerkûk û navçeyên derdora wê dagîr kirin.Aliyên Şîe û berpirsên Iraq û Îranê jî ew yek veneşartin ku bi alîkariya hin berpirsên YNKê karîne vegerin ji Kerkûkê re.Di dawî daxuyaniyên girêdayî vê pirsê, serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî ragihand, “Pêwendiyên wan berpirsên YNKê ji salên dûr û dirêj ligel Îranê û Qasim Suleymanî hene, heger ne ji wan ba jî, wan nedikarî biçûna nava Kerkûk.”Herwiha, medya, siyasetmedar û rewşenbîrên Amerîkî amaje bi wê yekê dikin, siyaseta Amerîka li navçê xizmeta siyaseta Îranê li Iraqî dike.

Back to top button