Cîhan

Şerê dijî DAÎŞ pêwîstî bi hevpeymaniyeke navdewletî ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê digel şandeyeke balaya kasatiyên mesîhîyên cîhan û Rojhilata Navîn kir û di civînê de rewşa koçberên mesîhî yên ji ber terorê hatine herêma kurdistanê kir.

Di civînekê de, ji bona hewandin û pêkeşkirina alîkariyan bo mesîhîyên Mûsil û deşta Nînewayê, şandeya mêvan sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku, wan serdana koçberên mesîhî kiriye û ji nêzîk haydarî rewşa wan bûne û bi çavên xwe dîtin ew koçber li herêma Kurdistanê hest bi rehetî û aramiyê dikin.

Şandeya kirîstiyanan got ku, ew karesata bi serê mesîhîyan û pêkhateyên din hatiye û hewandin û alîkariyên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî wan kirine dê weke raport bi Vatîkan û Waşîngtonê bidin û dê dawxazê ji wan bikin ku, herêmeke parstî ji aliyê navdewletî ve bo mesîhîyan û pêkhateyên din weke êzidî, şebek û tikmenan û hemû pêkhateyên olî û mezhebî yên din dirust bikin, daku ew koçber hest bi emniyetê bikin û vegerin bo ser mal û milkên xwe.

Nêçîrvan Barzanî ji şandeya mêvan re got:

– Hikûmeta herêma Kurdistanê piştgiriya hemû pêkhateyan dike û ji bo parastina wan ya ji destê hikûmetê bê kêmasiyê nake. Wan pêkhateyan rihên bi hezaran salan li herêma Kurdidstanê hene. Lê ya diqewime ji derveyî îmkanên hikûmeta herêma Kurdistanê ye, hikûmeta herêma Kurdistanê niha şerê rêxistinekê nake, lê belê li gor hemû pîvanan em şerê dewleteke terorîst dikin.

Serokwezîrê got ku, piştî sala 2003ê were hikûmeta Îraqê tu pêngav ji bo pirçekirina pêşmergeyê Kurdistanê neavêtine û Bexdayê biçûktirîn çek ji bo pêşmerge nehinartiye da bikare rûbirûyê terorîstan bibe, terorîstan çekê nû û pêşketî li Îraqê bi destketine.

Nêçîrvan Barzanî got ku, nuha pêşmerge êrîş  li dijî DAÎŞ dest pê kirine û pêşmerge gelek dever kontirol kirine, lê vî şerî pêwîstî bi hevpeymaniyeke navdewletî heye. Serokwezîrê Kurdistanê ji şandeya mêvan re got:

– Dengê we li derve gelek giring e û hûn dikarin di warê avakirina hevpeymaneke navdewltî de ji bona rûbirûbûna terorê roleke berçav bilêz in.

Back to top button