Şerê be rûmet!

   
Erê, ez têrka dilê xwe kezebreşî bûm. Li kurdistanê, li bajarê rengîn, nîşana serhildan û berxwedanê yanî Amedê.
Ev 3-4 roje me bindestiya xwe, me mêtinkariyê xwe, me kolonyalîstê xwe jibîr kiriye û em xwe bixwe, bi hev re ketine heft û heşta.

Hindik maye bigihîje sed salî bindestiya me lê hê jî hişê me nehatiye serê me. Hê jî em li dû niqaşên hev in.
Gelê me li ber bîrdoziyên (îdolojî) dagirkerên xwe mezin bûne û dîsa li ser van bîrdoziyên ku ji aliyên mêtinkariyên me hatine fêrkirin em radibin ji bo van tiştan şer dikin.
Bîrdozî kengî ketê pêşiya kurdayetiya me wê gava em ji kurdistanê dûr bûn, me xwe hinda kir, me dost û dijminê xwe şaş kir; di welatê xwe de, di mala xwe de me dîsa xwe kuşt. Vêga zarok an jî mezin hemû gelên kurdistanê (misilman, alewî, suryanî, êzîdî…) van bîranînên hovîtî hê jî di bîra wan de ye an jî dizanin.

“Bi tena serê xwe bimînin awiha bi hev dikevin.” ji vêga de dijmin vê gotinê dibêje. Ew meriv in, ew hişmend in, ew difikirin… ew ew ew… Profîla her takekesiyên dagirker wisa ye, wiha ye, wilo ye…

Tirk lê vê derê “abê”ne, faris dîsa di mala me de, ereb dîsa di mala me de mezinên me ne. Fesadiya nav me û hesûdiya nava kurdistanê dîsa ev dagirker dikin. Bîrdoziyên faris û tirkan, mezhebên ereb û farisan li hev nake, dewletên ereb û tirkan li hev nakin; tên li kurdistanê şer dikin û welatê me xera dikin û hevwelatiyên me dixin nava vî şerên xwe yên qirêj.

Kî çi fikrî dajo û kî bi çi, çawa bawer dike û kî bi çi awayî dijî? Ev ne derdê rastgiraye û ev ne xema çepgiraye jî. Gel heta vê demê gelek tişta ceribandiye. Ne hewceye ku dîsa welêt bibe cihê pevçûnê. Eger pevçûnek çêbibe ew jî diyare ku ew dê li dijî kî çêbibe. Bi hezaran leşker û polêsên dagirkeran hene. Bi hezaran sazî û cihên mêtinkaran hene. Berê xwe bidin wan eyyy çepgir û rastgirên ku pev diçin! Ka çavên xwe vekin, ka bifikirin, ka biaxivin, ka bêhna xwe bidin.
Gelo hûn di wê qûna kerê de şerê kî dikin? Li ber çavên emperyalîstên xwe hûn bi kî re pev diçin?

Di siberoja vî welatê şêrîn de ev tişt diyare ku; kî ji bilî dagirkerên kurdistanê şer derxe, kî dîsa “birakujî”yê derbixe holê, tu kes wan na bexşîne. Tawanbariyek mezine, xayintiya herî mezin e.

Ahmet Hasan

Nerîna min :