Kultur

Ajansa Anatolyayê dest bi weşana kurdî dike

Demek berê jî hatibû ragîhandin ku Ajansa Anatoliyayê xwe amade dike ku dest bi weşana zimanê kurdî jî bie.

Çewa ku tê zanîn, ev ajans bi pêşniyara Yûnus Nadî û Xalîde Edîb Adivar ji aliyê Mistefa Kemal ve roja 6ê Nîsana 1920î hatiye damezirandin.

Ev ajansa ku bi tirkî wek ”Anadolu Ajansi”yê hatiye binavkirin, heta niha bi pênc zimanan weşana xwe dikir. Di Yekê Êlûna îsal de dê weşana bi Zimanê Kurdî jî li weşana xwe zêde bike.

Hate ragîhandin ku Midûrê Giştî yê Ajansa Anatoliyayê Kemal Ozturk, roja 11/ 04/ 2013 nivîskar û lêkolîner Zeynelabidîn Zinar re vexwendiye navenda ajansê û digel berpirsê beşa kurdî Omer Ekşi li ser weşana bi zimanê kurdî pê re hevdît pêkanîye.

Xeberbêjê Rojeva Kurd ê Enqerê jî xwe bi telefonê gehande Zeynelabidîn Zinar û rewşa hevdîtinê jê pirsî, Z. Zinar weha got:

”Erê rast e, îro ez çûbûm navenda Ajansa Anatoliyayê û min li ser weşana kurdî hevdîtin bi midûrê saziyê Kemal Ozturk re pêkanî. Jixwe 4-5 meh berê Ajansa Anatoliyayê kontûra xwe li Hewlêrê vekiriye û Xeyrulah Sarûxan wek birêvebir li wirê bi cih kiriye. Midûrê saziyê Kemal Ozturk behsa xebata saziya xwe ji bo amadetiya weşana nûçeyan bi Zimanê Kurdî kir û ji bo beşa soranî li Hewlêrê 13-14 karmend, ji bo beşa kurmancî jî li Enqerê 8-10 karmend wê bigirin kar. Herweha got ku eger sergêjiyek dernekeve, wê roja Yekê Êlûnê dest bi weşana herdu zaravayên kurdî bikin. Min jî giringiya weşana kurdî xasma jî ya bi zaravayê kurmancî gotê û kurdên kurmancîaxêv ji derveyê Tirkiyê li Îran, Îraq, Sûriye û gelek welatin din jî hene ku wê dilxweşiya xwe bi vê weşanê bînin.”

Ajansa Anatoliyayê dema nûçeyekê diweşîne, di eynî demê de ew nûçe digîje 1.700 saziyên dewletê û piştre jî li dinyayê belav dibe.

Em jî serkeftin ji weşana kurdî ya AAyê re dixwazin. Bi umîda saziyên din ên li Tirkiyê jî ku dest bi weşana kurdî bikin…

2013-04-11


Rojeva Kurd/Enqere

Back to top button