Cîhan

Serdana şandeya parlamentoya Kurdistanê bo Swêdê (WÊNE)

Şandeya parpamentoya Kurdistanû ku ji 8 parlamenterên patiyên desthilatdar û opozisyonê yên Kurdistanê pêktê, di çarçoveyê sedana xwe ya bo Swêdê de duhî 16-12-2011ê li Stokholmê, avahiya parlamentoyê digel serokê parlamnetoya Swêdê Per Westerberg civiyan.

 

Serokê parlamentoya Swêdê di civînê de behsa dîroka hilbijartin û parlamentoya Swêdê ji bo parlamenterên kurd behis kir û her id axavtina xwe de tekîd li ser berfirehkirina têkeliyên navbera parlamnetoya Kurdistanê û ya Swêdê kir.

Şandeya parlamenterên kurd ala û  logoya parlamnetoyê weke diyarî pêşkeşî serokê parlamnetoya Swêdê kir û ew vexwand Kurdistanê

Serokê şandeya parlamentiya Kurdistanê dana seyîd Sofî di daxuyaniyekê de got ku karên fermî yên şandeya parlamentoya Kurdistanê duhî bi dawî hatin û dê 22ê vê mehê vegerin Kurdistanê û got:

Karên me yên fermî bi dawî hatine û em dê roja 22ê vê mehê vegerin bo herêma Kurdistanê. Lê roja yekşemiyê 18-12-2011ê semîreka me li Stokholmê heye ku ji aliyê federasyona Komeleyên Kurdistanî ve hatiye amada kirin.

 

Weke tê zanîn roja şemiyê 10.12.2011ê şandeyeke parlamentoya Kurdisdtanê ku ji 8 parlamenteran pêk tê, hatîne Swêdê.  Armanc ji  serdana şandeyê wergirtina zandiyarane ka çawa parlamnetoya swêdî karûbarên xwe dike û çawa çavdêriya kar û xebatên hikûmetê diek. 

 

Nûçeya peywendîdar:

https://rojevakurd.com/politik/9066-andeyeke-parlamentoya-Kudistan-Swd.html

Rojevakurd
Back to top button