Rêbera rênivîsa kurdiyê ya Newzad Hirorî li Dihokê derket
Kitêba zimannasê kurd Newzad Hirorî îsal di nav weşanên Spîrêzê de li Dihokê derket. Ev pirtûka 72 rûpelî hewildanek e bo biserûberkirina rênivîsîa kurmancî ya bi tîpên erebî û lewma jî ew bi tîpên erebî ji bo kurmancînivîsên başûrê welatî hatiye nivîsandin. Ev Rêber ji van beşan pêk têt:
– Pêşgotin
– Pêwîstiya rênivîseka standard
– Çawa rênivîsek dê bite standard?
– Alfabê
– Rêzkirina tîpan
– Corpeyv
– Nivîsîna lêkeran (karan)
– Nivîsîna navdêran (navan)
– Nivîsîna rengdêran (hevalnavan)
– Nivîsîna daçekan (amrazan)
– Nivîsîna hejmaran
– Nivîsîna gihanekan (amrazên peywendiyê)
– Xalbendî
– Kîbord û font
– Wêneyên kîbordên kurdî
– Gotina dûmahiyê
Me di Kulturnameyê de pêşgotina vê pirtûkê kir alfabêya latînî û em wê li jêr belav dikin ji bo ku xwendevan pitir mebesta amadekirina vê rêberê fehim bikin.
Pêşgotin
Her gava ez li ser babetê rênivîsa kurdiyê radiwestim, hizra min dice ser qanûnên trafîk û hatinûçûnê. Şofêrên ku tombêlan diajon yan peyayên ku li ser cade û peyarêkan dimeşin li dûv hindek rênma û yasayên taybet bi hatinûçûnê ve dilivin. Bi rêya nîşan û lewheyan ferman û zanyariyên cuda bo bikarînê cadeyan dihên dan. Hindek nîşan lezê diyar dikin, hindek rewşa cade û trafîkê diyar dikin, hindek jî destûrdan û qedexekirinê berçav dikin û hindekên dî cihan diyar dikin. Rêzkirina van nîşanan li vê derê ne karê min û ne jî mebesta min e. Armanca min ji vê yekê ew e bêjim ku qanûnên trafîkê hem harîkariya şofêran dikin ku bizanin dê çawa li rêyan çin hem wan di nav hindek şert û mercan da qeyd dikin da hatinûçûn rêkûpêktir bibit. Belê trafîk bi serşbertir nabit heger hemi şofêr eynî qanûnê bi kar neînin û pêgiriyê bi hemî yasayên hatinûçûnê nekin. Hizir bike heger her kurdek yê ku ji derveyî welatî dihêt dihokê û tombêla xwe li dûv qanûnên trafîka welatê yê ew jê hatiye li cadeyên bajêrî biajot çi qerebalix dê li vê qerebalixa ku nuke heye zêde bit! Hizir bike heger ew kurd ji Brîtanyayê hatibit û otomobîla xwe li şûna sîstema destê rastê ya Kurdistanê li gor qanûna wî welatî li aliyê çepê biajot, çi karesat dê li cadeyên bajêrî peyda bit.
Ya rast trafîk û rênivîs ne dûrî êk in. Qanûnên trafîkê rêbaza hatinûçûnê rêkûpêk dikin û qaîdeyên rênivîsê û zimanê nivîsînê serûber dikin. Hizir bike heger her kes ji me peyvên xwe bi keyfa dilê xwe li ser kaxezê rêz bikit û li dûv zewqa xwe wan peyvan car cuda û car pêk ve binivîsit, ew nivîs dê bi çi awayî hêt xwandin û fehim kirin! Hizir bike heger her nivîskarek ji me bi wî zarê ku ew li mala xwe hî bûyeyê nivîsên xwe belav bikit, çawa me rojekê dê zimanekê nivîsînê yê yekgirtî hebit! Nivîskarên ku bi zimanê gundê xwe dinivîsin û çi qaîdeyên rênivîsê bi kar naînin wek wan şofêran in yên ku qanûnên trafîka welatên xwe li welatên dî bi kar diînin.
Qanûnên trafîkê hevbeş in; anku, hemî şofêr wan qanûnan dizanin û bi kar diînin. Bê vê hevbeşiyê û têgehiştinê hatinûçûn serrast nabit. Heger me bivêt rênivîsekê bo zimanê xwe danîn, divêt em berî her tiştî li ser hindek peyvan û rênmayên hevbeş pêk bihên. Bê wê hevbeşî û pêkhatinê zimanê me yê nivîsînê serrast nabit. Bila şofêr û qanûnên wan xema dezgehên hatinûçûnê bin û bila babetê rênivîsa kurdiyê mijara min bit. Ez di vê rêberê da dîtin û boçûnên xwe li ser çawaniya nivîsîna kurdiya kurmancî ya Îraqê pêşkêş dikim. Min bi vê kiryara xwe divêt beşdarî sexbêrkirin û pêşvebirina zimanê kurdî li Behdînan bibim û hîviya min ji xwendevanan heye ku ew min ji rexne û têbîniyên xwe bêbehir nekin. Kulturname