Îro roja înê piştî mêja înê, seranserê Sûrî xelkê xwepêşandan pêkanîn daxwaza rûxandina rejima baas kirin. Li Bajarê Humsê zêdeyî 100 hezar kes daketin kolanan û rejima Esad protesto kirin û daxwaz rûxandina rejimê kirin.
Li gora agahdariyên rêxistinên mafê mirovan ji Surî didin, cardin hêzên ewlehiya rejimê erîşên çekdar birine ser xwepêşenderan û di encama van êrîşan de 42 kesî jiyana xwe ji dest daye û zêdeyî 70 kesî jî birîndar hene.
Herweha hate ragihandin cardin hinek efser ji nav leşkerên Surî cuda bûne û ketine di nav refên opozisyonê.