Polîtîk

Malikî û Nûcêfî li ser Sûriyeyê li hev nakin

Serokê parlamentoya Îraqa federal di daxuyaniyekê de helwesta hikûmeta Îraqê a li hember Sûriyeyê rexne kir.

Osama Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê got ku desthilatdarên sûrî bi awayekî berfireh û berdewam hevwelatiyên sûrî dikujin û heta bi nuha hikûmeta Îraqê helwestekî erênî diyar nekiriye:

Helwesta hikûmeta Îraqê li hember bûyerên li Sûryeyê diqewimin ne erênî ye.

Nûcêfî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku destpêşxeriya Konseya Welatên Erebî ku ji bona zanîna rastiya ka çi li Sûriyeyê diqewime çavdêran bo Sşriyeyê bişînin û  hikûmeta sûrî şerê li dijî xwepîşanderan dest pê kirî demildest rawestîne, destpêxeriyek başae.

 Serokê parlamentoya Îraqa federal daxaz ji berprisên sûrî kir ku destpêşxeriya Konseya Welatên Erebî qebûl bikin da ku rê li pêşiya destêwerdanên navdewletê bê girtin:

Eger hikûmeta Sûryeyê vê neke, pêngava bê dê destêwerdana navdewletî di karûbarên Sûriyeyê de be.

Osame Nûcêfî got:

Em naxwazin ew rewşa Îraq tê de derbas bûyî, sûrî jî tê de derbas bin, ji ber ku tecrûbeyeke bi azar bû. 

navborî got jî ku tu rê li pêşiya hikûmeta sûrî nemayne, yan divê destpêxeriya welatên erebî qebûl bike yan tehemûla berpirsiyariya destêwerdana derve bike.

Back to top button