Nivîsar

Serdana Nêçîrvan Barzani ya Rusya prosesa serxwebûnê hêztir dike

Qonaxa ku Kurdistana Başûr ber bi serxwebûnê ve diçe, her gava ku tê avêtin gelekî girîng e. Serdana serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Rusya divê di vê çerovê de bê nirxandin.Ji aliyek din ve, hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û serokê RusyaPutîn dide xûyakirin ku girîngiyek taybet didin serdan Barzani ya Rusya.Li Rusya di hemû hevdîtina de pirsên aborî têne rojevê. Lê ya herî girîng hêdî welatên biyanî di derbarê referanduma ji bo serxwebûnê jî tê kirin de dîtinê xwe eşkere dikin. Ev yek jî dibê sedemek bingehîn ku kurd di gava bavêjin de gelektir bi biryarbin.Bê guman di Foruma Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersburgê de ji bilî serok û berpirsên Rusyayê şanda kurdistanê ya di serokatiya Nêçîrvan Barzani de li gel berpirsên gelek welatan dicivê.Bawerim piştî vegera serokwezîr ya Kurdistanê , dê pêvajoya serxwebûnê gavek din berpêşve biçe. Dema Bexda jî helwesta welatên cîhanê di derbara serxwebûna Kurdistanê de dibîne, behtir bi êrînî nêzikî vê pirsê dibe.Taybetî dema serokê Rusya Putin di axavtina xwe ya Forumê de kirî û di vê axvtinê de behsa serokwezîrê Kurdistanê kir û bi awayek taybet girîngiyek da tevlîbûna Barzani ya vê Forumê. Ev yek di medya cîhanî de bû sedemê şêroveyên cuda.Herweha di warê aborî de peymana hukumeta Kurdistanê li gel Rosneftê îmze kirî, mirov dikare bêje gava herî girîng bû. Wezîrê Enerjiya Rusya ev peyman gelek girîng li darxist û wek projeyek stratejik di navbera Rusya û herêma Kurdistanê de nirxand.Rosneft dê li Kurdistanê petrolê derêxe û veguhêze bazara cîhanî. Hêzbûna Kurdistanê di warê aborî de dibe pişpalek mezin ji bo pêvajoya serxwebûnê.Ji aliyek din ve di cih de hinek aliyên Şîe li Baxdayêli dijê peymana navbera Kurdistanê û Rosneftê sekinîn û ev yek gavek ne yasayî dan nîşandan.Di derbarê hevdîtina li gel Putin hatî kirin , serokwezîr Nêçîrvan Barzani dibêje: Me li gel serok Putin behsa pêwendiyên du alî kir, ber bi pêş ve birina pêwendiyên aborî yek ji mijaran bû ku me behsa wê kir, mijareke din şerê DAIŞ û terorîstan bû, ku ev jî yek ji van mijaran bû ku me bi Serok Putin re li ser axivt.”Giringiya serdan, hevdîtin û herweha peymanên hukumeta Kurdistanê li Foruma Aborî ya navnetewî li bajarê St. Petersburgê hatîn encamdan, dê rojê pêşîya me, di siyaseta Kurdistanê de zelaltir bêne xûyakirin. Herweha bandora vê pêwendiya taybet dê di prosesa serxwebûna Kurdistanê de bête xûyakirin.3.6.2017Dara Bilek

Back to top button