Cîhan

Nêçîrvan Barzanî behsa rêkeftina bi Russneft re dike

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ku, niha bi serdaneke fermî li Rûsyayê ye, di daxyaniyekê de behsa wê rêkeftina di warê neftê de di navbera wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê û kompaniya Russneft Rûsyayê de hatiye îmzakirin dike û dibêje:- Ev rêkeftin, rêkeftineke bazirganî ye û li gor wê rêkeftinê ew kompanî dê sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê birazîne û bikarbîne. Ev rêkeftinek domdirêje digel kompaniya Russneft ku yek ji kompaniyên herî mezin ya warê enerjiyê ye li Rûsyayê. Bi baweriya me piştî van çend salên borî ku, rewşa Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê enerjiyê de xirap bû, ev rêkeftin destpêkirineke nû ye di warê enerjiyê de ji bo pêşdebirina têkeliyên herêma Kurdistanê bi Rûsyayê re.Serokwezîr got ku, di van çend salên borî de ji sedema birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Îraqê ve, şerê dijî DAÎŞê, hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan û nizimbûna buhayê neftê, Herêma Kurdistanê rastî çend pirsgirêkan hatibû û biîmzakirina vê rêkeftinê bawerî ji bo bazarên Kurdistanê vedigere.- Em hêvîdar in ku, ev rêkeftin bibe destpêkek baş ji bona têkeliyên êkonomî yên domdirêj digel Rûsyayê. Bê guman, ev yek jî nîşana wê yekê ye ku piştî çend salan êdî bawerî ji bo Herêma Kurdistanê vedigere .Nêçîrvan Barzanî behsa civîan xwe ya bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin kir û got ku ew civîn civînek gelek baş bû:- Di civîna bi cenabê serok Putin re me behsa têkeliyên dualî û pêşdebirina birina wan têkeliyan bi taybetî di warê êkonomî de kir. Yek ji mijarên din yên wê civînê behiskirina cenga dijî DAÎŞ û terorê bû.Serokwezîr hêvî xwest ku ew rêkeftin bibe destpêkek ji bona îmzakirina rêkefitn din bi welatan re di warê ênerjiyê û warên din de.Weke tê zanîn ev rêkeftin bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî serokwezîr û Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Kurdistanê ji aliyêwezîrê samanên xwezayî ya hikûmeta Kurdistanê û serokê kompaniya Russneft hat îmzakirin.

Back to top button