Cîhan

Li ST. Petersburgê Barzanî û Lavrov civiyan

Di berdewamiya serdnan xwe ya bo Rûsyayê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re, roja 02.06.2017ê li bajarê ST. Petersburg, digel Sergey Lavrov wezîrê karê derve yê Rûsyayê civiyan.Wezîrê karê derve yê Rûsyayê ku ev du sale li ser hev li ST. Petersburgê pêşwaziyê li serokwezîrê Kurdistanê dike û pê re dicive, dilxweşiya xwe li hember hebûna têkeliyên xurt bi Herêma Kurdistanê re nîşan da û got ku ew dixwazin têkeliyên xwe di hemû waran de bi Hewlêrê re berfirehtir bikin û têkeliyên Rûsya û Kurdistanê bingehe dîrokî heye û ew têkeliyên navbera kompaniyên warê enerjiyê yên rûsyayî û herêma Kurdistanê de hene bilind nirxandin.Lavrov, behsa cenga dijî terorê kir û got ku, xel, hikûmet û pêşmergeyê Kurdistanê di rûbirûbûna terorê de roleke ber bi çav hebû û bi pêwîstî zanî ku hemû alî bi hev re li Sûriye û Îraqê şerê DAÎŞê hevkar bin û di vê çarçoveyê de kêfxweşiya xwe li hember ew hevahengiya baş ya di navbera Herêma Kurdistan û Îraqê de heye diyar kir û piştevniaya xwe ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên hilawîstiyên anvebra Hewlêr û Bexdayê ragehand.Nêçîrvan Barzanî behsa têkeiyên navbera Hewlêr û Moskovayê kir û got ku bi hebûna wan têkeliyên xurt di navbera her du aliyan de, ew dilxweş e.Serokwezîr behsa cenga dijî terorîstên DAÎŞê û ew qurbaniyên Herêma Kurdistanê di wê cengê de dane kir û sipasiya alîkariyên Rûsyayê kir. Tekîd li ser wê yekê kir ku, tevî rewşa dijwar a ji sedema cenga dijî DAÎŞê, hatina hijmarehe gelek zêde ya koçber û penaberên destê terorê, birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û nizimbûna buhayî neftê li bazaran cîhanê çêbûy, lê Herêma Kurdistanê kariye rûbirûyê wan hemû pirsgirêkan bibe û beşek ji wan pirsan çareser bike û rewş niha ber bi başiyê diçe. Di vê rewşê de giringe kompaniyên Rûsyayê di warên cyda de li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazîn in û kar û çalakiêyn xwe berfirehtir bikin.Barzanî ji wezîrê derve yê Rûsyayê re got ku Herêma Kurdistanê têkeliyên baş digel cîranên xwe hene û ew lêdixebitin wan têkeliyên hene biparêzin û di paşerojê de digel welatên cîhanê û bi taybetî digel Rûsyayê têkeliyan berfirehtir bikin.

Back to top button