Di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersbûrgê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinek pêk anî.Îro danê nîvro 02-06-2017, piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî de, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kom bû.Beriya vê civînê şanda Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî hevdîtinek pêk anîbû.Piştî civînê Serokwezîr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku di civînê de asta pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê, çawaniya tekoşîna li dijî DAIŞê, rewşa Sûriyê kirine û got: “Jiber hevkariya şerê terorîstên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê me spasiya Rûsyayê kir. Ji bo pêşxistina pêwendiyên me ji her aliyê ve, ev kombûn bû derfetek. Bi taybetî jî di warê siyasî û aborî de.”Barzanî destnîşan kir, ku pêwendiyên Rûsya û Herêma Kurdistanê baş in û ew hêvîdikin, ku baştir jî bin.Hêjayê gotinê ye, ku şandeke pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersburgê li Rûsyayê ye.Di şandeya Herêma Kurdistanê de, Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî (Enerjî) Aşît Hewramî û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî cih digirin.Rûdaw
Pêş
12/10/2024
Li Dihokê peyama xwedî lêderketina destkeftiyên netewî dan
12/10/2024
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kongressmanek Amerîkî kir
Balkêş e ?
Close