CîhanRojev

Serdana Erdogan a Ukranya

Serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan serdana Ukranya kir û li gel serokê Okranya Vladimir Zelenskiy civiya. Tirkiye û Ukranya  8 Peyman îmze kirin û piştî hevdîtinê Erdogan û Zelenskiy konferansek rojnemevanî li darxistin.

Di axavtina xwe de Erdogan got: Me civîna xwe ya Konseya stratejik a Bilind a 10mîn pêkanî. Piştî du salan serdana min a Ukranya ji bo min şenazîyek e.Serdana me di qonaxek gelek zîz de pêkhat. Qirim jî di nav de em pişgiriya yekitiya Axa Ukranya dikin.

Serokê Ukranya jî di axvtina xwe de got: Dema dostên me serdana me dikin ez gelekî keyfxweş dibim.Ji berî niha 30 salî pêwendiyên dîplomatik di navbera Ukranya û Tirkiye re hatin destpêkirin. Ji bo pişgiriya Tirkiye ya yekitiya Axa me û tevlîbûna wan ya platforma Qirimê ji bo me girînge spasiya Tirkiye dikim. Ji bo navçitiya Ukranya û Rusya jî spasiya Erdogan dikim.

Back to top button