Nivîsar

Perwerdebûn û fermîbûna zimanê kurdî, fêrbûna kurdî (dersa bijarte) 

PKKê bes li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derneket. PKKê dijminatî ji TRT Kurdî re, ji Telewîzyona dinyayê re, ji telewîzyonên Başûrê Kurdistanê re, li zanîngehan ji beşên zimanê kurdî û edebiyata kurdî jî kir.

Îbrahîm GÜÇLÜ

([email protected]

Di van rojên dawî de girêdayî qempenya ya dersa bijarte ya zimanê kurdî, bi giştî ziman û  zimanê kurdî gelek zindî tê minaqeşe kirin. Girêdayî zimanê kurdî gelek mijarên girîng jî di rojevê de ne. Bi taybetî jî pêwendiya perwerdebûn û fermîbûna zimanê kurdî û dersa bijarte ya zimanê kurdî mijareke gelek rojane û girîng e. Di derbarê vê mijarê de du nêrînên cûda hene. Ezê li ser wan herdû nerînan jî rawestim.

PERWERDEBÛN Û FERMÎBÛNA ZIMANÊ KURDÎ…

Dema ku însan qewimîn, wek kom û civat qewimın. Loma jî diviya bû ku însan bi hev re pêwendî çê bikin û hevûdu fahm bikin. Ez di wê baweriyê de me ku wê demê jî zimanqewimî. Gelek aşkere derdikeve holê ku ziman nebe civat nabe, însan bi hev re bi awayekî komkirî nikarin jiyanê bimeşînin.

Ji bona vê yekê ziman hêjayî ya însanetî û civatan e. Ziman hêjayî ya mezin û girîng ya gelan û neteweyan e. Ez dibêjim ku “ziman, netewe ye, netewe jî ziman e.” Heger netewek xwediyê ziman nebe, nabe netew. Loma jî ziman, di jiyana  neteweyan de hebûn û nebûn e. 

Ziman, çand e; ziman dîrok e; ziman îlim e; ziman hûner e; ziman kevneşopiyê. Bi wateyeke din, bi iman çand, dîrok, îlim, hûner, keveneşopî çê dibe û tê afirandin.. Bi ziman pêşketin çê  dibe. Bi ziman şexsiyet a kesa, însana, neteweyan çê dibe. Kesê bi zimanên xwe perwerde nebin, kêmînsan dibin. Nikarin hemû potansiyala xwe tevbigerînin û pêş bikevin. Loma jî li ser perwerdeya zimanê zikmakî yên zarokan û zimanê biyanî gelek lêkolîn çêbûne. Di encamê de hatiye tespît kirin ku zarokên bi zimanê dayika xwe perwerde nebûne, xwediyê pirsgirêkên mezin in.

Dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî Dewleta Tirk ya kolonyalîst, piştî ku ava bû wek siyaseta fermî ya dewletê pejirand ku kurd tune ne. Kurd, Tirk in. Lê wan jî dizanî ku ev ne rast e. Lê ji bona ku kurdan bikin Tirk, diviya zimanê kurdî ji holê rakirina. Loma jî zimanê kurdî qedexe kirin. Kurdêm kurdî qise kirin, darizandin ciza kirin. Cizayê pereyên mezin dan kurdan ku kurdî qise nekin.. Rewşenbîr û kurdperwer ji bona zimanê kurdî xistin hepisxaneyan û li wan êşkence kirin. Cizayên giran li wan birîn.

Lewra Dewleta Tirk baş dizanî ku dema zimanê kurdî ji holê rabe, neteweya kurd jî ji holê radibe. Kurd, wek netew nikare hebûna xwe biparêze.

Sedema serhildinên neteweyî yên Kurdistanê qedexekirina zimanê kurdî bû.

Dewleta Tirk nikarî zimanê kurdî bi tevayî ji holê rake, Lê di asîmîlekirina kurdan de û di qelskirina zimanê kurdî de gavên gelek mezin avêtin. 

Loma ziman ji bona kurdan gelek girîng e. Sedema hebûn û nebûna me ya kurdan û neteweya kurd e.  

Hezar mixabin ji derveyî Başûrê Kurdistanê neteweya kurd nikare bi zimanê xwe perwerde bibe, ziman neteweya kurd ne zimanê fermî ye. 

Loma jî têkoşîna neteweya kurd, di hemandem de têkoşîna zimanê kurdî ye. Têkoşîna ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerde yî.

Zimanê kurdî li hemû beşên Kurdistanê, dema Kurd li welatê xwe desthilatdar bûn, dibe zimanê fermî û perwerde yî. Neteweya kurd di du statuyên siyasî û dewletî de dikarin bibin desthilatdar. 

Statuya yekemîn: Neteweya kurd û kurdistanî wek her neteweyekî jî dixwazin, statuya dewleta serbixwe ya Kurdistanê avabikin. Aşkere ye ku dema neteweya kurd û Kurdistanî bûn xwediyê dewleta Kurdistanê, wê demê dagirkerî û kolonyalîzma li Kurdistanê dawî tê. Neteweya kurd bi îradeya xwe qedera xwe tespît dike û Kurdistanê birêvedibe. Gûman tune ye ku wê demê yanî di dewlşeta Kurdistanê de zimanê kurdî dibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyî. Li hemû qonaxên perwerdeyî de (Dibistana destpêk, navîn, bakelorî, zanîngeh û li ciyê din)  zimanê kurdî dibe zimanê perwerdeyî.

Statuya duyemîn: Dema ku Dewletên dagirker û kolonyalîst bi awayekî radîqal hatin guhertin, bûn dewletên federal, bûn dewletên kurdan jî wê demê jî zimanê kurdî dibê zimanê fermî û perwerdeyî.

Di vê qonaxê de Iraq dewleteke federal e. Loma jî di hemandem de dewleta neteweya kurd e jî. Loma jî zimanê kurdî zimanê fermî û zimanê perwerdeyî ye.

Li Bakurê Kurdistanê ji bona van herdu statuyan jî têkoşîn didomîne. Lê ji bona ku ew statuyan ava bibin, demekî dirêj dixwaze. Loma jî, ji bona ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyî, divê ku zimanê kurdî li ser piya bimîne û nemire û pêş bikeve divê gelek xebat bên kirin.

FÊRBÛNA KURDÎ (DERSA BIJARTE) 

Ji bona fêrbûn û pêşxistin û zîndîgirtina zimanê kurdî gelek rê hene ku em wan bir kar bînin. Dersa bijarte jî di fêrbûna zimanê kurdî de derfetek e. Di dewleta Tirk de jî ev derfeta heye. Divê kurd vê derfetê bi kar bînin. Ev derfeta ji bona amabûna zimanê perwerde û fermî ya kurdî jî gelek girîng e; dê jê re bibe alîkar.. 

Hezar mixabin beşek kurd li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derdikevin. Ew dibêjin, şermezariyê ku em zimanê neteweya mezinya kurd  wek dersa bijarte bi kar bînin. 

Ev nêrîna ne rast û ne rasyonal û ne di berjewendniya kurdan û zimanê kurdî de ye.

Ev helwesta xizmetî siyaseta dewleta Tirk dike. Lewra Dewleta Tirk dixwaze ku zimanê kurdî bi tevayî ji holê rabe. Loma jî PKKê jî wek aparataka dewletê li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derket. Nehîşt ku malbat, zarokên xwe bişînin dersa bijarte ya ziman kurdî. Bi xwe jî û zarokan jî zêdetir Tirkî ecibandin. Ji Kurdbûnê dûr ketin. 

Em baş dizanin ku ev plana  PKKê ye. Dema kurdî pêşbikeve, PKKê darbeyeke mezin dixe û paşve diçe.

PKKê bes li dijî dersa bijarte ya zimanê kurdî derneket. PKKê dijminatî ji TRT Kurdî re, ji Telewîzyona dinyayê re, ji telewîzyonên Başûrê Kurdistanê re, li zanîngehan ji beşên zimanê kurdî û edebiyata kurdî jî kir.

Lê em gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd li dijî helwesta PKKê derketin. PKKê her kes, her hûnermendek, xwendevanek tehdît kirin. Lê em li dijî wan tehdîdan jî derketin.

Me gelek rast jî kir. Lewra di wan dezgehan de kurdî pêş ket, gelek kesan di wan dezgehan de kurdî fêrbûn; xwendin û nivîsandina kurdî pêş ket; rojnamevan, mamoste, programçêkerên telewîzyonan, programçêker têgihîiştin.  

Ez dibêjim ku dersa bijarte ya kurdî ji bona fêrbûna kurdî, ji bona zarokên me derfet çê dike. Sînorê asîmîlasyonê teng dike. Dibe sedem ku zarokên me bi awayekî kurdî qise bikin, kurdî bixwînin û binivsînin.

Tê zanîn ku li Swêdê bi vê sîyasetê zarokên kurdan kurdî fêrbûn, kurdi xwendin û nivîsandin. Zimanê kurdî pêş xistin.

Loma divê em rewşenbîr, nivîskar, siyasetvan, dezgehên kurd û part-rêxistinên Kurdistanê ji dersa bijarte ya zimanê kurdî re xwedî derkevin. Malbatan û zarokên me teşwîk bikin û ji wan re bibin alîkar ku ew zimanê kırdî bi dersa bijarte bixwînin, fêrî kurdî bibin, xwendin û nivîsandina xwe ya kurdî pêş nbixin.

Ez bi xûrtî ji vê qempenyayê re piştgirî dikim. Bi aktifî beşdarı qempenyayê dibim.

Dema ku em vî karî dikin, em her dem armanca mezin  ya dewletbûna Kurdistanê, perwerdeyî û fermîbûna zimanê kurdî bira nakin. Xebata dersa bijarte ya zimanê kurdî ji bona ev armanca mezin û pîroz wek derfetekê û wek gavekê dihesibînin.

Diyarbekîr, 04. 02. 2022

Back to top button