Nivîsar

Serdana Barzanî ya Tirkiye destkeftiyek girîng bû

Serdana serokê herêma Kurdistanê ya Tirkiye, gelek serkeftî derbas bû. Ya herî girîng ew bû ku Barzanî bi sifata serokê Herêma Kurdistanê bi awayek fermî serdana Tirkiye kir. Dema mirov vê yekê tinê bi serê xwe baş binirxîne ew bi xwe dibe gavek dîrokî.

Dema Barzanî serdana Tirkiye kirî, Israîl êrîşê gemiyek ku dixwest arikariyê bibe Gazayê kiribû 9 hevwelatiyên Tirkan hatibûn kuştin û nîzik 400 kes jî hatibûn girtin. Operasyonên leşkeran li Kurdistana Bakur berfireh bibûn û PKK-ê jî agirbesta xwe sekinad û dest çelakiyên leşkerî kiribûn. Ji bo van her du sedeman mimkinbû ku serdana serokê herêma Kurdistanê gelek rojevê de cihê xwe negire. Lê dema Barzanî çû Tirkiye li Enqere û Stanbulê bernameyek tejî û hevdîtinên girîng kirin. Serdana Barzanî ket serê rojevê de û medya Tirkî serdana Barzanî gelek cureyan şirove kir.

Hinek medya pkk-ê ve girêdayî, nûçeyên serdana Barzanî bi awayek  ne erênî didan û ji şiroveyên wan dihat fam kirin ku gelekî ji vê serdanê ne bi keyf bûn. Barzanî li ser daxwaziya BDP-ê civînek li gel wan kir û civînek baş derbas bû.

Dema mirov li gora hesabên siyasî û berjewendiyên rêxistinî yên rojane serdana Barzanî binirxîne her kesek ji aliyê xwe ve dikare gelek tiştan bêje. Lê Dema berjewendiyên neteweyî bikevin pêş piraniya şiroveyên tên kirin nêzikî hevin. Medya nêzikî PKK-ê di hinek nirxandinên xwe de,hewldan sihekî bêxin li ser serdana serokê Kurdistanê. Lê helwesta serokê Kurdistanê û peyamên dayîn gelek vekirî û zelal bûn. Ev yek jî bû sedemê wê ku, kesekî nekarî vê serdanê ji armancê wê dûr bêxe.

Serokê herêma Kurdistanê ji bilî rayadarên fermî yên Tirkiye, hinek dezgehên girîng yên sivîl re jî hevdîtin kirin û taybetî civîna li gel Tusiad(komela karsazên Tirkiye) kirî gelekî girîng bû. Dema Barzanî li gel Davutoglu civiyayî, hinek rojnemevanan ji Davutoglu pirsî, ji bo çi ala Tirkiye hebû lê ya Iraqê tunebû. Tunebûna ala Iraqê bala rojnemevanan kişandibû. Tenê ala Tirkiye hebû ya Iraqê û Kurdistanê tunebû. Hinek kesan ev yek rexne kirin. Hinek rexne tên fam kirin. Lê ew kesên ku,bi tu awayî ala Kurdistanê wek sembola xwe nabänin û di tu minasebetên wan de ala Kurdistanê nehatî hildan behsa vê pirsê bikin  rastî ev helwesta wan dûrûtiye û ji nirxên siyasî dûre.

Barzanî du hevdîtinên televizyonî de ama de bû. Yek TRT 6 bi kurdî ya din jî TRT erebi bû. Barzanî li van her du hevdîtinan de peyamên gelek zelal dan. Vêca dema rexne li hinek tiştên ku ne bingehîn bête kirin tu mana wan rexneyan namine.

Serdana serokê herêma Kurdistanê ya Tirkiye gelek serkeftî bû. Ev serdan ji bo diplomasiya siyaseta Kurd destkeftiyek gelek girîng bû.

9.06.2010
Dara Bilek

Back to top button