Hevpeyvîn

Ocalan: Karasu serkêşiya Ergenekonê dike

Li ser riya di navbera Hewlêr û Koyê de, sernivîserê rojnameya Rûdaw kak Ako, ku ez, ew û Hêvîdarê em bi hev re di otomobîlê de bûn, got, “Çi pirsê bikî Osman Ocalan bersiva wê dide, ji ber vê yekê hevpeyvînên ligel wî bi kêf derbas dibin…”

Di rê de, min ji xwe re got, madem wiha ye, ezê jî hema çi pirs hate bîra min ji wî bipirsim, bêyî ku hesabê tiştekî bikim…

Dema ku otomobîla me derbasî hewşa mala wî bû, me dît Osman Ocalan li baxçeyê mala xwe li ber derî, bi rûyekî li ken hate pêşwaziya me. Em derbasî hundir bûn û piştî bi xêrhatin û çend silavan, em rûniştin, rûneniştin, wî dest bi axaftinê kir, weke ku bizanibe emê çi pirsan jê bikin. Lê min ew qut kir û dest bi pirsa yekemîn kir. 

Kek Ferhad, di nava axaftina te de gelek caran gotina “serok” derbas dibe, mebesta te ji “serok” serokê te, serokê PKK yan jî serokê Kurdan e, tu Abdullah Ocalan di çi kategoriyê de serok dibînî?

Hinek tişt hene realîte ne. Di bizava netewa Kurd de, serok derketine, halî hazir serokê Kurdan yê herî bi temen Mam Celal e, kek Mesûd e, Abdullah Ocalan e. Ew xwediyê statuyeke seroktiyê ne. Divê mirov wê realîteyê qebûl bike û bîne ziman. Tu hez bikî, hez nekî Apo jî di nava serokên Kurdan de, serokek e.

Yanî tu weke rêkxistinekê serokê xwe nabînî?

Na, weke rêkxistin wî serokê xwe nabînim.

Em gelek caran di medyayê de dixwînin, ha îro, ha sibe Osman Ocalan vedigere Tirkiyê, em dibînin tu hîn li vir î, ji bo vegera te tu sinyal ji Tirkiyê hatine? Ji bo vê yekê tu projeyeke te heye?

Bêguman ne bê proje me. Armanca min birêvebirina siyaseteke netewî ye. Xebat jî bi du rengan tê kirin, yek karê siyasî ye, yek jî karê eskerî ye. Di nêrîna min de êdî ji bo Kurdên bakur, pêwîstî bi xebata eskerî nema ye. Weke em dizanin hejmara Kurdan nêzîkî 40 mîlyonî ye, nîvê Kurdan li Kurdistana Tirkiyê ye. Zêdetirî 20 mîlyon Kurd li Tirkiyê hene, her ku diçe jî hejmara Kurdan li Tirkiyê zêde dibe. Ez di wê bîr û baweriyê de me ku, li Tirkiyê hêzeke siyasî mezin durust dibe. Heta niha %25 ji Kurdan di nava tevgera siyasî de ne.

Armanca te ji vegerê çi ye?

Wê potansiyela mezin bixim nava bizaveke siyasî.

Ji bo wê xebatê, te li vir tiştek nekir?

Na, min nexwest li derveyî Kurdistana Tirkiyê hêzeke siyasî birêve bibim.

Îmkan tune bûn?

Na îmkan jî hebûn.

Te çima nekir?

Ez di wê baweriyê de me ku hêzek ne li ser axa xwe be, bi sernakeve. Eger bixwazim dîsa jî dikarim ji vir xebata siyasî li Kurdistana Tirkiyê bidim meşandin, lê ez ne di wê baweriyê de me ku tu ji beşekî din yê Kurdistanê ji bo perçeyê din îdarekirina xebatê bikî.

Yanî tu bi îdîa yî?

Belê, ji serî de heta niha baweriya min kêm nebû ye. Ez di wê baweriyê de me ku, ezê bikaribim hêzeke siyasî ava bikim û ew hêz wê bibe hêza yekemîn.

Wê PKK rê bide ?

Siyaseta ku bi rêdanê were kirin, nekî baştir e. Ez naxwazim li ser mîras û potansiyela PKK xebatê bikim. Min got, gelê ku ji PKK re dibêje erê %25, ezê di nava %75 xebatê bikim û wan bigihînim nava şoreşê. Li tu welatan xebata di nava %25 de encameke baş nade. Ezê xeteke muhafezekar û demokrat bimeşînim. Di nava AKP û partiyên din de kesên Kurdperwer jî hene, ezê xwe bigihînim wan jî. Dibe ku ji nava PKK jî hinek werin nava xebata min, lê bi giştî çavên min ne li xebat û mîrasa PKK ye.

Emê kengî Osman Ocalan li bakur bibînin?

Min 6 mehan berî hikûmeta Tirkiyê behsa pêvajoya demokratîkbûnê kiribû. Wê demê hîn hikûmetê dest bi pêvajoyê nekiribû. Çûna min jî girêdayî vê pêvajoyê ye.

Gelek rojnamevanên Tirk hatine cem te, kesekî ji te re ji hikûmetê di derbarê vegerê de tu mesajek anî?

Gelek televîzyon û rojnameyên Tirk hatine cem min. Hasan Cemal hat, piştre gelek kesên din jî hatin. Gelekan ji wan mesajên wiha dida, weke ku ji dewletê ew mesaj anîbin. Nêrînên me digirtin. Ez pê dihesiyam ku hinek ji wan ji aliyê dewletê ve hatine lê di bin navê rojnamevaniyê de.

Yanî kesek bi resmî bi navê dewletê nehate cem te?

Na.

Eger tu vegeriya yî Tirkiyê û tu hatî girtin, tu girtinê didî ber çavên xwe?

Eger ez bizanibim ezê yek rojê jî bikevim zindanê ez naçim, ez naçim xwe teslîmî Tirkiyê nakim.

Wê demê niha veger zehmet e?

Em proje û daxwaziyên xwe tînin ziman. Eger Tirkiyê amade be, em amade ne. Ne karê mine ez bikevim zindanê û derkevim pêşberî dadgeha Tirkiyê.

Kek Osman, ez wiha fêm dikin ku tu êdî li sîlehê venagerî?

Ez ji bo Kurdan sîlehê heram nakim, nabêjim tiştekî heram e, yan jî xerab e. eger mecala xebateke sivîl hebe, pêwîstî sîlehê nake. Lê eger ji bo xebata siyasî tu mecalek nema û Kurd mecbûrî sîlekê bûn, mafê Kurdan heye careke din şerê çekdarî bimeşînin. Bi şêwaza IRA. Ji bo vê jî 150 çekdar bes in. Dema ku ez di nava PKK de bûm jî, ez ligel bûn ku geîlayên bajaran werin xurtkirin, yên çiyan jî her demê amade bin. Ji bo vê yekê ez dibêjim, dema şerê gerîla li çiyan nema ye.

Hêvîdar Zana: Tê gotin ku di avakirina PKK de, destê Ergenekonê hebû, kadroyên kevin yên PKK vê yekê red dikin, tu çawa dibînî?

Serokê PKK birêz Abdullah Ocalan bi xwe jî tîne ziman, dibêje di destpêkê de dewletê xwest dest bavêje nava PKK, yek ji wan jî Pîlot Necatî ye, Abdulrehman hebû, xelkê Agirî bû, hinekan xwe paşve kişandin, hinekan jî berdewam kirin. Hinek jî heta niha di nava seroktiya PKK de ne.

Weke kê?

Binêre ezê bîjim. Di zindanan de serokên PKK dest bi birçîbûna mirinê kirin. Kesekî weke Karasu heye (Mustafa Karasu), dema ku rewşa wî xerab bû, dewletê got, em daxwazên we bi cih tînin. Ew berî 3 salan ji hukmê xwe serbest hate berdan. Balkêş e, dibêjin di bin êşkencê de Karasu negotiye “ax” jî, ez ji wî bawer nakim. Çi însan be, dema ku lêdan lê bibe, diqîre, digirî, dike axa û hawar jî, însan ne kevir e. Dibêjin Karasu hawar jî nekiriye. Ew ne kevir e, ne jî herrî ye. Xuya ye, dewletê ew derxistiye pêş. Li aliyê din di wê demê de ku kesên weke Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Mazlum Dogan, Ali Çiçek şehîd dikevin, daxwazên girtiyên PKK têne qebûlkirin. Şoreşgerên mezin jiyana xwe di zindanan de ji dest dan, Karasu derkete pêş.

Karasu nûnerê xwe jî şande derve. Dema ku Mehmet Şener hate kuştin, Karasu derket û hate nava PKK. Karasu hewl da ku xebatê lawaz bike.

Tu pir diçî ser Karasu.

Na, lê Karasu xwe sosyalîst dibîne, ne kesekî sosyalîst e. Ew di nava PKK de nûnertiya Elewiyan dike. Ez şahid im, carekê hinek heval çûne Kerbela, ji wî re qumaşê sor û kesk anîbûn, Karasu, dema ku hinek Elewî didîtin, perçeyek ji wî qumaşî jê dikir û dida wan. Karasu di nava PKK de weke dedeyekî Elewiyan e. Ji welatperwerekî zêdetir, Karasu Elewî ye û weke dedeyekî Elewiyan tevdigere.

Ez heqê Apo naxum, di 98 de gelek caran ji min re gotiye, « kê ji we re gotiye kar bidin Karasu… » bila Karasu bikeve odeyekê, bixwe, vexwe… biaxife, lê bila kesek li wî guhdar neke.

Tu dibêjî pêwendiya Abdullah Ocalan ligel dewletê tune bû?

Birêz Abdullah Ocalan birayê min yê mezin e. Em bi riya xwînê jî digihên hev. Ji ber ku pesna Kemalîzmê da, ew bû sedemek ku ez ji PKK cuda bibim. Eger ez bizanibim tiştekî wiha heye, ez berî her kesî xwe berpirsiyar dibînim ku bînim ziman.

Weke bira, lê weke siyasetvan?

Weke welatparêzekî Kurd. Ji bo min berjewendiya Kurd di ser her tiştî re ye. Bi qasî ku ez ji tecrubeya xwe dizanim, Apo ji bo karê partiyê dewlet bi kar dihanî. Apo digot, kesên ku dewletê şandine nava me, em wan tesfiye nekin, em wan bi kar bînin. Weke min got, Apo zilamên dewletê di nava PKK de bi kar anîn, dema ku wî xwest êdî wan ji nava PKK tesfiye bike, dewletê ew tesfiye kir. Girtina Apo li Kenya û anîna wî ji bo Îmralî, ez dikarim bêjim projeyeke Ergenekonê bû.

Ocalan, dema ku hate girtin, sedî sed hate guhertin bû Ocalanekî din, tu vê yekê çawa dinirxînî?

Apo li dijî dewletê şer kir. Dema ku hate girtin, kete nava panîkekê, tirsiya ku were îmhakirin. Wî ji bo xwe, bi awayekî taktîkî guhertinek di xwe de çêkir. Dikarim bêjim, ji parastina netewî zêdetir, wî xwe parast, parastina wî parastineke şexsî bû.

Piştî ku Abdullah Ocalan hate girtin, hûn qet bi telefonê axifîn?

Cara herî dawiyê dema ku em axifîn, ew li Rusya bû. Bi dengekî nizim ji min re got “rewşa min ne baş e, dinyayeke pir bêrehm e…” pirşte ez pêre neaxifîm. Kesên dibêjin ew ji zindanê telefonê bi kar tîne, ne rast dibêjin.

Lê birayên te yên din û xûşka te di navbera we de naçin û nayên?

Ew 3 xûşk in, 2 bira ne. Ew xûşk û birayên min in, hemû weke hev in, yek ji yekî nebaştir e. Xwestin Mihemed û Fatma li dijî min bikar bînin, ew dijîtiya min dikin. Dema ku Apo nû hatibû girtin, xeber bi Mihemed re bi rêkir, got ku ew yanî ez intîhar dikim. Niha Mihemed dijîtiya min dike. Ji bo vê yekê mesajên min bi riya wan naçin. Ez dikarim bêjim ev 2 salin di navbera me de mesaj tune ne.
Berê hebû?

Hebû. Min xwest PKK dijîtiya min neke. Jixwe druşmeya min jî, dema ku cuda bûm, ev bû: Rexnekirina seroktiya PKK  û PKK mafê min e. Min her demê jî rexne kiriye, lê min dijîtî nekiriye.

Niha li vê derê bi tenê dimînî, ji PKK natirsî?

Di salên 2004,2005 û 2006 de xeter hebû. Piştre min bang li seroktiya PKK kir ku dawî li kuştinên di nava xwe de bîne. Wan bangên min encam dan. Kuştina herî dawîn Kanî Yilmaz bû (2006), piştre kuştin nekir.

Ji ber ku tu birayê serokê PKK bû yî, PKK nêzîkî te nebû?

Her tişt rola wê heye. Min tu caran nexwestiye dijmaniya PKK bikim. Ji xwe dema ku em cuda bûn, armanca me ne w bû ku em dijîtiya Apo bikin, me xwest em xebatê bi şeklekî din bikin. Hevalên ku em bi hev re cuda bûn, piştre istîxbarat kete nava wan û dest pê kirin dijîtiya PKK bikin.

Istîxbarata kuderê?

Hemû istîxbarat, ya Tirkiyê, ya Îranê, ya Kurdan… min jî got kesên ku dijîtî kirine negihiştine tu encaman, ji Semîr de bigir heta bi yên din. Min got, ez ne ji bo dijmintiyê heme, ez ji bo xizmeta welatê xwe heme. Çi Apo dibe, çi jî PKK, ez ne hazir im, dijmintiyê bikim. Wan biraderan jî li ser dijmintiyê îsrar kirin. Riya me ji hev cuda bû. Ez ji wan cuda nebûm.

Te û Nizamettin Taş we li hev nekir?

Binêre, gotina min ya herî dawîn ji bo Nîzamettin Taş ev bû: Tu bixwazî nexwazî bandoreke min heye, min bi salan xebat kiriye, ji we hemûyan zêdetir jî siyasetê dizanim. Hûn esker in, bixwazî nexwazî heta ku eskerek fêrî siyasetê bibe 15 sal jêr re lazim in. Min hûn li Kurdistanê bi cih kirin, min mehane 30 hezar dollar ji we re miaş girêda. Yanî min xwe ji wan qut nekir, wan xwe ji min qut kir, ji bo ku siyasetê nekin, wan xwe ji min qut kirin. Wan got, Ferhad rê nade me ku em ji xwe re bijîn. Yanî ne amade bûn ku siyasetê bikin. 

Dibêjin tu li Kurdistanê dewlemend bû ye?

Na, ne rast e. Piştî evqas xizmet min nikaribûye 3 mehan kirêya xaniyê xwe bidim. Piştre ez rabûm min ji hinek dostên Kurdistana rojhilat alîkarî kom kir. Yekî 4 hezar, yekî 2 hezar, yekî hezar dollar da, min bi wê alîkariyê kirêya xaniyê xwe daye. Wan (grûpa ligel Nizamettin Taş) xiyaneteke mezin bi min kirin.

Te ji PKK çiqas pere bi xwe re bir?

90 hezar Euro û 3 hezar dollar min bi xwe re birin. Min ji wan peran 25 hezar Euro da Xidir Sarikaya. Wê ji bo karê bizava ku hatibû avakirin, karê ticarî bikira, lê çû ew pere xwarin. Bi pereyên din jî me 6 mehan heval xwedî kirin. Mesref çêbû, me mal ji bo hevalan kirê kirin… me eşyayê male kirî… xwarin vexwarin û mesrefên din. Ez dikarim quruş bi quruş hesab bidim. Dema ku kurê min yê yekemîn Firat ji dayîk bû, min 2 hezar dollar li wî mesref kir. Min ji bo xwe pere nebirin. Ew gotinên ku dibêjin ne rast in.

Lê tu ji halê xwe razî yî?

Belê dema ku pêwîstiya min çêbibe, birader alîkariya min dikin. Partî, Yekîtî, dema ku bixwazim alîkariya min dikin. Kesên din jî hene dibin alîkar. Ez ji bo peran ne li vir im, dixwazim jiyaneke min normal hebe. Dixwazim ji bo her du zarokên xwe tiştekî amade bikim, weke xwendin, weke malek. Wekî din ji bo xwe tiştekî naxwazim. Naxwazim bibêjin birayê serokê PKK ye, li başûr ticaretê dike, ji min re ne tiştekî exlaqî ye.

Hêvîdar Zana: Hate gotin ku tu tevî her du jinên xwe di malekê de dimînî, rast e?  

Ne rast e. zewaca min ya yekemîn bi hevaleke di nava PKK de re bû. Navê wê Kewê bû, di nava PKK de nave wî Jiyan bû. Xelkê Kurdistana Rojhilat bû. Bi şekil dişibihî hevala min ya herî kevin Zehra, min jê hez kir. Du kurên min ji wê çêbûn. Lê nehîştin ku em bi hev re bijîn. Istîxbarata Iranê mudaxele kir. Em ji hev cuda bûn. Piştre min nexwest em li hev du vegerin. Ji ber vê yekê ez careke din zû zewicîm. Ez ji Akrê zewicîm. Piştre jina yekemîn xwest vegere. Ez pêre bûme alîkar, hat zarokên xwe jî dîtin, min alîkariya wê ya madî jî kir. Lê piştre min dît ku bi hinek kesên xerab re dide û distîne, min pêwendiya xwe pêre qut kir. Niha pêwendiya me tune ye. Ez zewaca bi du jinan re tiştekî di cih de nabînim.

Jiyana sivîl xweş e?

Jiyana sivîl zehmet e. Em jêre ne amade bûn. Me gelekî zorî dît. Kesekî ku 30 salan ji jiyana sivîl qut bûbe û careke din lê vegere gelekî zehmet e. Min du firin vekirin, min di her duyan de jî îflas kir. Niha ez bi van daran re xwe mijûl dikin. Bi vî baxçeyê xwe re mijûl dibim. Heta ku rewş amade dibe, ezê careke din aktîv vegerim nava siyasetê. Em nikarin bê siyaset bijîn.

Li dawiyê tenê ma ku ez spasiya te bikim.

Ez jî spas dikim û ji we re serkeftinê dixwazim.

Ev hevpeyvîn di rojnameya Rûdaw – çapa Ewropa de hatiye belavkirin.

 

(Avesta)

Back to top button