Bozyel: Barzanî di pirsa kurdên Bakur de tavîza nade
Lê kurdan anku Partiya beşdar li Parlementoyê de (BDP) destek nedan reforman. Çima?
Belê mixabin! em pir xemgîn bûn, desteknedan û helwesat wan erênî nebû û xizmeta pêvajoyê nekir. Tevî rexne û nêrînên xwe, ew bi îrada xwe tevnegeriyan û bi mesaj û gotina Qendîl û Îmraliyê rabûn û çûn pêş. Lê xweziya wan hevalên me jî li Parlementoyê de tevî rexne û masiyan piştgirî bikirana, lê bi baweriya me gelê kurd dê bi başî pêşwaziyê ji referandomê bikin.
Dixwazim pirsiyarekê bikim û bi zelalî jî bersiva wê bibihîzim. Gelo li rastî de ferqek li navbera AKP’ê û partiyên din yên şoven de bi nisbet pirsa kurd heye yan heman dîtin û nerîna wan heye lê bi rûçikek îroyîn û serdemiyane û xapîner?
Bersiva ne hêsan e. AK partî ne demokrat e, xwediyê kevneşopiyek demokratîk nine, li eslê xwe de partiyek guhertinxwaz nine, lê şert û merc ew neçar kirine ku xwe biguherîne. Em dibînin ku dewleta milîtarîst tenê zulim ji kurdan nekiriye, ji gelên din û girûpên din yên opîzîsyonê, sosyalîst, çep û îslamiyan jî kiriye. Partiyên îslamî jî hatine girtin, Serokwezîrê niha, berê li zîndanê de bû, du salan berî niha jî dixwastin vê partiyê dabixin,
Herweha pîlana kûdetayê jî li dijî darêtibûn ku li ser kar hildin û li şûna wê de hikûmetek şoven cihgir bikin. Lewma wan dijberî û nakokiyan, AK partî neçar kirin ku dest bide guhertinan û ger neke, dê bi xwe jî têde biçe. Ji ber wê yekê em her tiştê AKP’ê reş û sipî nabînin û bi wî awayî jî mêze nakin. Niha piratîka AKP’ê heye ku kêrî me tê û divêt em piştgiri bikin, lê yên din û kêmasî jî hene ku divêt em rexne bikin. Divêt siyaseta me rastîn û li xizmeta berjewendiyên kurd de be. Vir de dixwazim bêjim ku AK partî ji bo Tirkiyê jî fersendek e. Ji ber ku cara yekemîn e partiyek sereke û xurt a Tirkiyê dixwaze hin gavan bawêje û ger pirsa kurd jî safî neke û ne bi dilê me jî be, lê nû ye û dîsan baş e. Ji ber ku em weke kurd bi xwe divêt pirsa xwe safî bikin, xwediyê pirsê em in, divêt em derkevin qada xebat û siyaset û giraniya xwe derxin holê û zext bidin ser hikûmet û hêzên din jî ku vê meselê safî bikin.
Pirsiyarek vir de tê pêş ku hevdem li gel bas kirin ji reform û vebûnê, operasiyon û şer û topbaran jî berdewam in. Ew dufaqtiya AKP û Hikûmetê bo çiye?
Belê pirsa AKP’ê ew e ku îtiraf dikin ku ew hikûmet in, lê ne îqtidar in. Tirkiyê de gelek hêz hene ku tevî AK partiyê de siyasetek din dimeşînin, wek Artêş û şovenîst ku dixwazin pirose têk biçe. Lewma ji her fersendekê de dixwazin hikûmetê bixin nava acizî û tengasiyê û nîşan bidin ku ew piroses encamên pozetîv dernaxe holê. Lewma ji aliyek pirosesa Vebûnê dimeşîne û daxwaza safîkirinê jî dike, ji aliyê dinê jî zarokan digre ku niha bi hezaran girtî ne, siyasetmedaran digre, operasiyonan jî dimeşîne, lê ew ne nîşana siyasetek rêk û pêk e, ew dudil e, lihevhatî nine ewa jî xisosiaytek AK partiyê ye ku demokrat nine. Ji hêla din vê jî hêzên şoven hene ku astengin li pêşiya wê û neçar bi hin karan dikin. Bi giştî du gavan pêşve dajo û yekê jî paşde dibe.
Li ser madeya 8 a Destûra Bingehîn ku Tirkiya kiriye bi goristana Partiyên siyasî, xincî wê ku BDP’ deng jê re neda, li heman demê de jî nûnerên Ak partiyê jî ger hemûyan deng bidabana, dikarîn vê madeyê ser bixin ku gefek mezin li ser partiya wan bi xwe ye jî. Çima deng jêre nedan?
Belê AKP jî yekpare û yekdest nine, çend serî ne, hêzên şoven hene û gelek ji wan nedemokrat in, lewma madeya 8’an jî ji bo hêzên şoven pir girîng bû û wan hêzan bi hevkariya Ergenekonê destê xwe dirêjî nav endamên AK partiyê de kirin û nehiştin ew yekdeng bin û deng jêre bidin. Ew piroblem li nav partiya wan de jî heye û bi xwe jî dizanin ku partiya wan li siyasetê de yekreng, yekdeng û bibiryar ninin. Nejadpereset, oldar û demokrat hene û Erdoxan jî bi vê hindê dixwaze balansê biparêze û siyaseta xwe bimeşîne.
Paket derbasî referandomê bû, helwesta we li referandomê de vê çi be?
Em hertim dibejin ku ew guhertina nû tiştek baş e, him ji bo kurdan û him jî ji Tirkiyê re. Em piştgiriya wê dikin. Lê ne eva ku her gav başin weke girtina zarokan, girtina siyasetmedaran û operasiyonên dijî PKK, evana nebaş in. Lê bi giştî em baş dibînin û gavên baş, emê destek bidinê. Helwesta me eve ku referandom were qebûl kirin, lê hertim daxwaza me ya esasî eve ku bi tewahî destûrek nû bo Tirkiyê were saz kirin. Me bi xwe jî perspektîv û delarasiyonek amade kir û pêşkêşî wan kir.
Pêşwaziya wan ji perspektîv û pêşniyazên we?
Ew jî li vê bawerê de ne ku divêt destûrek nû bê amade kirin û AKP’ jî dixwaze û amadeyiya wê jî kiribûn. Lê piştî ku hewil hat dayîn AKP bihê daxistin, ew hinek paşde kişiya û dibêjin niha parlemento ji bo wan guhertinan nemosaid û ne amade ye. Lê eva gava yekemîn e û piştî hilbijartinê dixwazin destûrek nû pêşkêş bikin
EW guhertina ku vê dawiyê li Partiya CHP’ê de li encama kirîzên navxweyî yên wê de çê bûye û niha rêveberiyek nû hene! gelo bi raya we ew rêveberiya nû çi tesîrek dê li ser pirsa kurd bi nêrînek berevajî caran anku bi awayek pozetîv hebe yan na?
Serokê berê kesatiyek gelek şoven û navdar bû. Qenaeta min ev e ku rêveberiya nû ji ya berê xirabtir nabe, ya berê herî xirab bû. Lê carê nediyare ka dê çi bikin. Îhtimal heye ku ew guhertinên lcîhan û Tirkiyê jî tesîrê li CHP’ê jî bikin. Renge endamên wê jî zext bikin ku ew jî xwe biguherîne, lê carê ne zelal e ku dê siyasetek nû bimeşînin yan na. Bi raya min tu hêz û dezgehek li Tirkiyê nikare pêşiya uhertinê bigre û li encam de dê guhertin çê bibin û ew yan dê tesfiye bibin, yan jî dê neçar bimînin xwe biguherînin. Bo CHP’ê jî ez bi hêvî me ku dê li demek dirêj de guhertin çê bibin lê ne îro…
Hûn wek Partiyên legal û yasayî yên kurd li Tirkiyê di gaveke dîrokî de bona yekxistina mala kurd çend caran bi armanca pilatformek hevbeş li hev civiyan. Encam û pêşketinên wê?
Belê em hertim dibêjin ku yekîtiya kurdan gelek xalek girîng û stratejîk e ji bo rizgariya kurdan. Em bo wê yekê tim li hewildanê de ne ku yekîtiyek pêk were. Piştî reformên ku li Tirkiyê de diqewimin, me jî got ku li Tirkiyê de guhertin çê dibin û hikûmet jî li nav hewildanê de ye, lê navçavê hewildanê jî pirsa kurd e. Lewma divêt kurd helwestek hevbeş pêk bînin bi navê bere yan her navek din. Bi vê çendê jî yekîtiyê pêk bînin û daxwazên kurdan bînin ba hev û pêşkêşî raya giştî bikin. Ji ber ku kurd aktorê herî sereke û girîng in li guhertina Tirkiyê de, kurd gelek azadîxwaz, guhertinxwaz û demokrat in û ger piştgirî û beşdariya kurdan nebe, piroses sernakeve. Ji ber ku hem pirs pirsa me ye, hem jî divêt kurd li serî de doza guhertin, azadî, demokrasî û mafê mirov bikin û ji bo vê yekê jî divêt em derkevin qada siyasetê.
Encamên dilxweşker li vê derheqê de hene yan na?
Bele diyalog berdewam e. Daxwaz ew bû ku li serî de em sê partî bin, paşan hemû rêxistinên kuradn û kesatî û siyasetvanên kurd bînin ba hev û komcivînekê bikin û daxwazên kurdan yên netewî û hevbeş diyar bikin û ew hewildan berdewame û milet jî zext dike û ez hêvîdarim ku dê serbikeve.
Birêz Bayram, birêz Mesûd Barzanî bo yekemîn car weke Serokê Herêma Kurdistanê bi fermî bo Tirkiyê hat vexwendin. Hûn pêwendiyên wan û bi taybet vê seredana birêz Barzanî çawan dinirxînin?
Bi raya min tiştek baş e. Tirkiyê çavan li hundir înkara kurdan dikir, li derve û parçeyên din jî înkara kurdan dikir, heqaret û bêhurmetî bi serokên kurdan dikirin û siyaseta xwe bi navê xeta sor îlan dikirin. Bi vê wateyê ku kurdan nas nakin, mafên wan jî qebûl nakin û ger ji destê wan jî bê dê jinav bibin. Siroştî ye ew siyaset têk çû, dijberiya kurdan têk çû, û çavan li hundir dixwaze çareser bike li derve jî dixwaze xwe biguherîne û pêwendiyên xwe bi başûr baş bike. Ew pêşwaziya ji kek Mesûd jî parçeyek ji vê siyasetê, êdî dizane ku bi dijberî nikare rolekê li herêmê bilîzin. Lewma dixwazin siyasetek lihevhatî û demî bilîzin, seredana Barzanî jî divê li vê çarovê de bê nirxandin û hêvîdarim encamên pozetîv hebin. Diyakog hertim baştir e. Çunku Tirkiye çiqas pêwendiya bi kurdan re xurt bike, meşrûîyeta doza kurd zêdetir dibe, naskirina doza kurd zêdetir dibe û tesîra pirsa kurd û tevgera kurd zêde dibe. Ew siyaset îtirafa bi gelê kurd e, îtirafa mafê kurdan e. Lewma em pozetîv dibînin û dixwazin ku pêşde here. Lê hin hevalên me nerehet dibin biguman in ku li wan pêwendiyan de kurdên bakûr xisar bibînin. Lê başe çima seredana birêz Barzanî û pêwendiyên wan dê zirar bide bakûr?
Em bawer in ku tu car birêz Barzanî li her qadî û hevdîtinên bi serokên tirk re tu tawîzan nade li ser kurdên başûr yan bakûr, yan siyasetek nerast bimeşîne. Li vê derheqê de dilê me rehet e û em geşbîn in.
Niha rojeva siyasî ya Tirkiyê û cîhanê bi giştî li ser bûyera Keştiyên Tirkiyê û pevçûna wan bi hêzên Îsraîlî ve mijûl e. Armanca Tirkiyê ji şandina wan Gemiyên alîkariyê çibû?
Em dizanin ku hikûmeta nû dixwaze siyasetek piralî bimeşîne. Ji aliyekê bi Amerîka, ji aliyê dinê bi Îsraîlê, Ewropiyan û hêz û welatên Îslamî û erebî re pêwendiyan pêş bixin û bi wan mesajan ve piştgiriya raya giştî bo aliyê xwe rakişînin, yan piştgiriya wan bistînin. Gemî tenê bi însiyatîva hikûmetê neçûn, yanî hêzên sivîl û derveyî hikûmetê jî hebûn. Sirûştî ye ku dixwazin piştgirî û sempatiya hêzên Felestînî ji bidest bixin. Li vê meselê de du tişt hene ku divêt mirov ji bîr neke. Yekem ew tundiya Îsraîlê ne dicih debû û em mehkûm û şermezar dikin, çunku divêt li pirsên wisa de diyalog û metodên aştiyane bikar bînin. Ya din jî divê mirov teverê Tirkiyê jî deşîfre bike û ku li derbasbûyî de bi metodên hovane li hember kurdan de sekiniye. Lewma Tirkiye bi xwe jî li vê meselê de bi pirensîp nine û bi mirovayetî jî tevnagere.
Niha em dibînin ku Hikûmeta Tirkiyê zêde bera xwe dide welat û hêzên Îslamî yên deverê. Gelo qazanca Tirkiyê li rex welatên Îslamî de ye yan paldan bi rojava?
Bi raya min dijî hev ninin, dewletek dikare bi hemûyan re pêwendî danê, lê divê qibleya Tirkiyê demokrasî be, li gor Tirkiyê jî demokrasî rojava ye, ewropa ye. YE’ê pirojeyek gelek girîng e bo Turkiyê, heta rojeva Tirkiyê ji aliyê vê pirojê ve hatiye dagirtin, lê siyaset tenê bi ser pirensîpan nameşe, her wekî piragmatîsm jî xalek girînge li siyasetê de. AK partî jî wisa siyasetê dimeşîne, ez her du pêwendiyan dijî hev nabîninm. Helbet ger li nav balans û bi pirensîp weremeşandin tu piroblem nine. Lê AK partî gelo li vê meselê de çiqas bi pirensîp dimeşe, nediyar e. Aliyekê wê yê demokrat û guhertinxwaz û aliyek din yê Îslamî jî heye, ji ber vê yekê dixwazin her du aliyan bi hevre bimeşînin.
Çawan dibe ku Tirkiye li Felestînê de aştîxwaz be, lê li hundirê xwe û bo xelkê xwe şerxwaz û rojane cinayet û tawanên hovane bide meşandin?
Diyare ew cihê rexnê ye û bi salan e ku ew cinayetan dimeşîne û em dustandardî, bêpirensîpî û helwesta wan ya xirab rexne dikin. Tirkiye ji bo 150 hezar tirkên Qibrisê federasiyon dixwaze, lê gava basa pirsa kurdên bakûr tê kirin, heta bi mafê kesane û mafê çandî jî razî nabe. ji bo tirkên Bolxaristanê li nava hewildanan de ye û qîre qîr û dengê xwe bilind dike, lê li pirsa 20 milyon kurdan de dikewe bêdengiyê û wisan riftar dike ku tiştek tune ye û realîteya wê nine. Lewma eynî tişt, bo Felestînê hate rojevê, helbet divê mirov li her dera cîhanê de mafê mirov biparêze, lê divê berî her tiştî li ber deriyê xwe û li nav mala xwe de wan tiştan biparêze.
Yanî bi gotina pêşiyan, derziyê li nav çavên xelkê de dibîne lê şûjinê li çavên xwe de nabîne
Belê heman tişt, temam bicî ye. Tirkiye di vê meselê de yanî dustandardiyê de meşhûr û navdar e. Lê ev helwesta nedirost ji aliyê raya giştî ve tê dîtin em hêvî dar in Tirkiya tiştên ku bo Felestiyan, Qibrisiyan, Bolxariyan dixwaze, ji bo kurdan jî bixwaze û berî her tiştî li nav xwe de cî be cî bike û bibe nimûneyek baş bo Felestîn, Qibris û Bolxariyayê.
Niha em dibînin ku pêwendiyên her du dostên duh û dujminên îro li xirabtirîn asta xwe de ye, ew dê çawan bikarin xwe ji vê kirîz û astengiyê rizgar bikin?
Îsraîl dostê herî nêzîk û mezin yê Amerîkayê ye, Tirkiya jî endamê Nato û dostê Amerîka ye.
Ez ne bawerim ku kirîza pêwendiyên wan kûrttir bibe, her hal de jî hinek siyaseta rojane dimeşînin. Ji aliyekê ve pêwendiyên xwe yên leşkirî û teknîkî pêre xurt dike, ji hêla din ve jî li ber raya giştî de mesajên din yên rexnegirane û tund dide. Yanî du rûyên dewletan hene. Yek ku raya giştî dibîne, yan din jî ku em nabînin û li nava pêwendî berjewendiyan de cî bi cî dibin.
Ew bûyera han çiqas dikare tesîrê li aştiya Rojhilata Navîn û bi taybet li navbera Felestîn û Îsraîlê de bike?
Bêşik her du welat girîng in û renge aloziyên wan encamên nigetîv li ser pirosesa Rojhilata Navîn hebin. Lê pirsa Îranê jî heye, ya Îraqê heye, yanî tenê ew faktor pêvajoya deverê diyarî nake. Ew tenê faktorek e, yanî niha de mirov nikare tiştek konkirêt bêje.
Kek Bayram bi raya we Tirkiye karî di wê lîstika siyasî de serketî be û zêdetirîn zirarên siyasî û dîplomasî li Îsraîlê bixe û bi vê çendê jî pêgeha xwe di nav deverê de bihêztir bike. Ewa jî di halekê de ye ku em dibînin di rûyekî de Îran xwe bi xemxor, dilsoj û berevankarê gelê Felestînê dizane û 30 sal e bi iştevaniyên madî, manewî û locîstîkî, bi hemû awayekê ji bo wan bac dide, lê Tirkiyê bi wê Hezîna kêm lê siyasiyane karî di wê lîstikê de ser bikeve û li hember de jî Îranê bi wê siyaseta xwe kariye zêdetir xwe goşegîr û li asta Cîhanê de xwe tenêtir bike?
Dibe em qebûl bikin ku dewleta Tirkiyê xwedî kevneşopeke dûr û dirêj e, li ser mîrasa Osmaniyan hatiye avakirin, heta em dikarin bêjin li ser mîrasa Bîzansan hatiye avakirin. Dewleta Turkiyê di warê siyasetê de xwediyê tecrobeyek dewlemend e û peywendiya wan û Yekîtiya Ewropayê heye û ewa jî avantajeke ji bo Tirkiyê, bala wan kişand û roja didûyan, Tirkiyê onseya Ewlekariyê civand, cara yekemîn ji riya hêzên Ewropayê ve reaksiyoneke bilind nîşan da, behreke fireh li hember Îsraîlê de ava kir. Ji ber wê yekê jî mirov dibe rola Tirkiyê bibîne û Tirkiye roleke berfireh dilîze di vê pêvajoyê de, lê ne serkevtî ye. Tirkiye bi wê tenê ser nakeve, Jiber ku pirsên navxweyî nasnama dewleta Tirk nîşan didin, di mesela Îsraîlê de dikarin puan wergirin û serkevin, lê bi giştî dinya jî dewleta Tirk dinase û nikarin raya giştî bixapînin.
Di xwenîşandanek li Yonanê ya endamên Hizbullayê ku Îran mezintirîn piştevanê wan e, lê alaya Turkiyê hilgirtibûn Belê wisan dixuye Tirkiye ew kirîz bi başî bikar aniye lê tenê bi wan, siyaseta dûr û dirêj nayê meşandin, dinya tenê bi wê yekê mijûl nine. Meselên din û babetên din jî hene û babetên Turkiyê bi xwe jî hene, mesela Artêşê, nakokiyên navxweyî yên dewleta Tirkiyê, nakokiyên dewletê û Kurdan û tenê tav bi peywendiyên Tirkiye û Îsraîlê re hilnayê.
Keko ew helwesta yekgirtî û yekdeng, ew wijdanên hişyar li asta navnetewî de li derheq wê bûyerê, çima li ser cinayetên ku rojane li ser gelê Kurd ji aliyê Îran û Tirkiyê ve tên meşandin, nahên dîtin û îhan li hember vê yekê de kerr e û çavên wan jî kor in. çima?
Min got, di xwenîşandan û reaksiyonan de, rola pêşkêşkariya Tiurkiyê gelek girîng e. Îro dewleta Tirkiyê ligel îmkanên xwe ên navxweyî û navnetewî bikar anî, sefer ber kir ji bo pêkanîna vê reaksiyonê. Mixabin Kurd xwediyê wan tune ku wê meselê bînin rojeva dinyayê û xwedî lê derkevin. Em bêjin bala raya giştî bikşînin di wê meselê e derfet, îmkanat, ragihandin gelek girîng in, lê Kurdan ew tu ninin. Di eslê xwe de ew zulm û zora ku li Kurdan dibe, di dinyayê de li tu kesê nabe. Hûn dibînin ku wexta dewlet, îmkanat tunebe yan jî berjewendiya hêzên navtewletî di wê meselê de tunebe, weke we got dinya kerr dimîne, lê derheqa meselek siviktir de, ûn piropagendan bikin û logoyan çê bikin, hûn dikarin raya giştî û dinyayê mijûl bikin, yanî dinyam, dunyaya xwedî hêzan e yanî dengê wan derdikeve.
Kek Bayram di dawiyê de eger we gotinek taybet hebe keremkin?
Belê carek din jî gelek sipas dikim ji bo we ji bo pêşwaziya wê bernamê, ez ji dil û can serkevtinê dixwazim we re. Ez silav û hestên piştgiriyê xwe pêşkêşî Kurdên Îranê dikim û ji wê raperîna dawî re serkevtin dixwazim, hêvîdar im ew serhildan berdewam û zîndî be. Herweha em dibe wê serkevtina Kurdistana Îraqê ji ya xwe bibînin û wek canê xwe biparêzin. ji bo Turkiyê jî tevî astengî û zehmetiyan, lê ez hêvîdar im ku azadî û rizgariya miletê Kurd ne dûr e, nîzîktire ji duh, ez wan hestan