Şer: Leşkerek hate kuştin

Li hinek deveran di navbera çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer derket. Doh li devera navbera Şirnex û Dihê, li çiyayê Çiravê, leşker û çekdarên PKK-ê rasta hevhatin û şer derket. Li gora medya tirkî ragihand, çekdarek yê PKK-ê di vî şerî de jiyana xwe ji dest daye. Herweha xeberên berdewamiya şer ji herêmê têne.

Îro jî li devera Dersimê çekdarên MKP-ê, êrîşek birine li ser bingehek yê elektrîkê û di encam de leşkerek hatiye kuştin. Li ser vê bûyerê operasyon berfirehtir bûne.

 

Nerîna min :