Erê ji Na behtir di berjewendiya kurdan de ye
Gelek axavtinên cur bi cur li ser helwesta kurdan di referandumê de dibin. BDP-ê , di destpêkê de biryara boykotê da. Vekirî gotin em naçin ser sendoqan û dengên xwe nadin. BDP-ê da xuyakirin ku ji bo di referandumê de bêjin erê, divê hukumet sê tiştan pêkbîne. Yek ji wan guherina destûra dijê terorê bû, duyem nivzkirina baraja hilbijartina û sêyem jî azadkirina kesên ku ji bo doza KCK hatîn girtin bû. Ji vê pêve BDP-ê tiştek din nexwest. Dema hukumetê ev tiştên hanê bikiran wê BDP-ê bigota erê. Lê hukumetê bersiva wan neda û li ser vê yekê BTP-ê biryara boykotê hişktir kir. Gelek caran berpirsên BTP-ê gotine ku heta roja referandumê jî em dikarin helwesta xwe biguherin. Lê eve çend rojin dixweyê hêdî helwesta BTP-ê nayê guhertin wê referandumê boykot bikin.
Dema mirov guh dide hinek berpirsên BTP-ê, baş tê fam kirin ku nikarin sedemê helwesta partiya xwe ji xelkê re bêjin. Gelek tiştên ku ji rastiyê û ji daxwazin BDP-ê bi xwe dûrin dibêjin. Dibêjin ew destûra ku kurdan temsîl neke emê boykot bikin. Bi rastî ev helwest dema rastbe û di serî de tenê ev yek ji bo boykotê bikiran sedem û siyasetek bi istiqrar rêve bibiran wê ev yek ji bo piraniya kurdan cihê dilxweşiyê bûya. Lê ne welê ye. Parlementoya Tirkriye jî kurda temsil nake hun lê wê derê çi dikin? BDP rastiya xwe çibe bila wê ji kurdan re bêje. Herkes dizane rewşa BDP-ê çewene. Ez bawerim ku niha nîvê parlementerên BDP-ê, eger bi îrada xwe ya azad kar bînin wê helwesta wan di referandumê de ne boykot be.
Lê herkes dizanê ku sedemên boykot kirinê cuda ne û BDP nikarê vê yekê ji xelkê re îzah bike. Ji aliyek din helwesta Ak-Partiyê yan jî çewtiyên hukumetê nabê ku bibe sedema helwestek ne di berjewendiya miletê mirov de bê, bête girtin. Ak-Partî yan hukumet bi awayekî ya xwe dike. Lê gelo ev tiştên tên kirin yên baş tevgera kurd dikarin feydê jê bibînin yan na? Eve tişta ku herî girîng.
Wek din kurdên ji derê BDP-ê, helwesta xwe vekirî eşkere kirin û li gel gelek kêmasiyan jî ji bo van guhertina dê bêjin erê. Tiştek gelek balkêşe ku PKK û derdora xwe, kurdên ku helwesta wan erê ye rexne dikin. Lê tiştekî ji kurdên ku dibêjin na re nabêjin, ev jî tê wê wateyê ku helwesta boykotê berjewendiya eniya na de ye.
Di rastiya xwe de li Kurdistanê gelek deveran xelk di nav tirsekî de ne. Divê bê dîtin ku xelk ji PKK-ê ditirsin. Dema mirov gotinên hinek berpirsên BDP-ê dinere, emaretên tirsandina xelkê di tê de dixweyê. Ev yek bivê nevê, dê bandora xwe li ser helwesta xelkê bike. Meselek kurdî heye ku dibêje “ Gundê me 4 malin û em hemî bi hev dizanin“
Li Tirkiye hinek guhertin çêdibin, pêwiste ji berî her kesekî kurd van guhertina bibînin û ji bo berjewendiyên tevgera kurd van guhertina binirxînin. Dema mirov encamê dinerê di referandumê de qebul kirina guhertinên destûrî tu zererê nade tevgera kurd. Ev guhertin bêne qebûl kirin ji bo tevgera kurd baştire. Ji bo vê yekê erê, ji na û boykotê behtir di berjewendiya tevgera kurd de ye.
Dema mirov berjewendiyên neteweyî bike pîvan gelek tişt tên guhertin û diyarkirina helwestê jî hesanîtir dibe.
7.09.2010
Dara Bilek