BDP ne sendîka Kurdan e heta nûneratiya hemû Kurd bike
Cîgirê Serokê AKPê Huseyîn Çelîk pêşbînî kir di referandûma guhertina destûra Tirkiyê de ku 12ê Îlonê birêve diçe, zêdeyî ji sedî 50 dengê ‘erê’ bidin guhertinê û got: ‘’Partiya me tenê bi guhertina wan 26 madeyan ranaweste. Ger em di hilbijartina 2011an de serkeftinê bidest bînin emê destûra Tirkiyê hemûyî biguherînin.’’ Derbarê peywendiyên Tirkiyê ligel Herêma Kurdistanê jî Çelîk, pêşbînî kir ‘’di demeke pir nêzîk de’’ vîzeya navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê nemîne.
Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Cîgirê Recep Tayyîp Erdogan, Huseyîn Çelîk siyaseta Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) jî bi awayekî tund rexne kir bi taybetî ku biryar daye tevî dengdanê nebe û referandûma guhertina destûrê boykot bike, jiber ew guherankarî pirsa Kurd çareser nakin û herwiha reformên wiha jî tê nînin nasnameya neteweyî ya Kurd jî qebûl bike.
Lê belê Huseyîn Çelîk ku ew bi xwe jî Kurd e û xelkê Wanê ye da zanîn ku ew jî ji vê helwêsta BDPê fam nakin. Herwiha navbirî pêşbînî kir di referandûma 12ê Îlonê de zêdeyî ji sedî 50ê xelkê dengê ‘erê’ bidin û pakêta guhertina destûrê derbas bikin, ku ji xeynî boykota BDPê, herdû aliyên serekî yên opozîsyonê CHP û MHP jî de dengê ‘na’ bidin.
Her di heman hevpeyvînê de ku Rûdawê li baregehê AKPê yê Enqerê ligel saz kir Çelîk dibêje: ‘’Li Tirkiyê faşîstên Tirk û faşîstên Kurd jî hene.’’ Lê ew BDPê wek faşîstên Kurd nabîne. Lê di heman demê de got BDP ne sendîka Kurdan e heta nûneratiya hemû Kurdan bike.
Huseyîn Çelîk herwiha îtîraf kir ku ligel wan hemû guherankariyan jî destûra Tirkiyê nabe destûreke demokratîk û wiha axifî: ‘’PKK û BDP dibêjin ger di referandûmê de bêjin erê wê demê Ewrûpî ji wan re dibêjin hemû daxwaziyên we hatine cîbicîhkirin. Ew ne rast e. Ewrûpî baş dizanin hê di destûra me de gelek tiştên dijî demokrasiyê hene û em bi xwe jî vêna dizanin.’’
Cîgirê Serokê AKPê Huseyîn Çelîk, bi girîngî behsa pêşveçûna peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir û derbarê wêya gelo dibe vîzeya navbera herdû aliyan bê rakirin wek çawa Tirkiyê ligel Sûriyê kiriye, got: ‘’Bi baweriya min di demeke pir kurt de dibe. Jiber niha Tirkiyê ligel 55 welatan vîze rakiriye.’’
Nûçe:Rûdaw