Polîtîk

Îdia:Li Batmanê Ahmet Turk jî dibêje erê

Li Batmanê hinek afîşên balkêş hatin belav kirin. Di van afîşan de tê gotin ku dê serokê kongreta civata demokratîk Ahmet Turk jî, di referandumê de bêje erê. Weneyê Ahmet Turk jî di van afîşan de heye.

Li ser vê yekê parlementera BTP-ê ya Batmanê Ayla Akat Ata îdia kir ku ev afîş ji aliyê Ak-Partiyê ve hatine belav kirin. Di vê derbarê de Ata got : “ Pêvajoyek tund û tevlihev li hêviya Batmanê û derdora Batmanê ye. Li Bişêriyê(Qubîn) hinek berpirs û qeymeqam midexeleyê referandumê dikin. Ne karê qeymeqame ku otomobila pêkbîne û xelkê rêke ser sendoqan. Ji berî referandumê arikariya xelkê tê kirin ev yek me ne rihet dike.“ Berdewam bûna axavtina xwe de Ata dibêje: “Ji vê gavê pêde hun herin taxekî  ne carekî bi hezar caran hizrê xwe bikin“

Afis_240418022.jpg

Li ser vê bûyerê serokê Ak-Partiyê yê Batmanê Zîver Ozdemîr daxuyaniyek da û got: “ Bu tu awayî agahdariya partiya mej i van afîşan tuneye.Em nizanin ji aliyê kî ve hatine belav kirin“

Back to top button