Polîtîk

Şanda PDP-ê û KCD-ê ji Kurdistanê vegeriya

 

Şanda PDP-ê û KCD-ê ji Başûrê Kurdistanê vegeriya. Li gora nûçeya ANF,  şanda PDP-ê û KCD-ê,  5-ê îlonê li gel serokkomarê Iraqê Talabanî li Silêmaniyê hevdîtinek pêkanîn û doh çûn Hewlêrê. Li Hewlêrê, şanda PDP-ê û KCD-ê, li gel Partiya çareseriya demokratik a Kurdistanê, li gel Zehmetkêşan , li gel Felekedîn Kakeyî hevdîtin pêkanîn.

Îro jî şanda PDP-ê û KCD-ê hevdîtinek li gel wezîrê navxwe yê Kurdistanê Kerim Sincarî çêkirin û bi vî awayî dawî li serdana xwe ya Kurdistanê anîn.

Şanda PDP-ê û KCD-ê ji van kesan pêkdihat: Hevserokên KCK-ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, parlemenrên BDP-ê Siri Sakik û Bengî Yildiz, nûnêre BDP-ê li Hewlêr Ruşen Mahmutoglu û nivîskar Altan Tan.

Back to top button