Başûr daxaz ji BDP û KCD kir bi ERÊ deng bidin
Başûrê Kurdistanê: Li gor wan zaniyariyên gihiştîne melpera me Rojevakurd, berpirsên başûrê Kurdistanê daxaz ji heyeta BDP û KCD kiriye ku referenduma destûrê di 12 îlonê de baykot nekin.
Di hevtînên şandeya BDP û KCD bi Talebanî û berpirsên din yên başûr ra, berpirsên herêma Kurdistanê li hemebr helwestê BDP û KCD yê bakotkirina referendumê dilgiraniya xwe diyar kiriye û jê wan xwestiye ku ji baykotê bên xwarê û bi cidî beşdariyê di dengdanê de bikin û bi ERÊ ji bo guhertina destûrê Tirkiyeyê dengê xwe bidin.
Weke tê zanîn şandeya BDPê û KCDê ku hevserokên KCD-ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, parlemenrên BDPê Siri Sakik û Bengî Yildiz, nûnêre BDPê yê Hewlêrê Ruşen Mahmutoglu û nivîskar Altan Tan pêkhat bû, serdana herêma Kurdistanê kir bû û bi Celal Talebanî sekreterê YNKê û çend berpirsên din re hevdîtin pêkanî bûn.
Rojevakurd