Civak

Şer disekine..

Ji berî niha çen rojekî nivîskarê rojnama taraf Yildirat Ogur di nivîsek ya xwe de behsa hevdîtinekî di navbera berpirsên PKK-ê û hukumetê kirîbû. Ev nûçe ji aliyê Rojevakurd ve jî hatibî weşandin. Yildirat Ogur digot ku, berpirsek yê aliyekî di vê hevdîtinê de ama debûyî daxûyaniyek ji bo wî bi xwe daye. Nivîsa Yildirat Ogur bi vî awayî bû:

Yildiray Ogur behsa Xwaringehê dike û dibêje ku,  ew kesên di vê xwaringehê de li ser çareseriya pirsa kurd di nav hewldanekî de ne dibêjin :  “ Dema hinek kesên PKK-ê li Xaburê re derbas bûn bi hezaran kesên kurd pêşwaziya wan kirîn ispatkirin ku kurd kamil bûne. Daxwaziyên PKK-ê îro ji aliyên milyona insan ve tên gotin. Kurd bûn 18 salî. 400 dezgehên sivîl vê dibînin û dêbêjin em muxatabê vî îşîne. Divê PKK vê yekê bibînê û bi rêya sivila xebata xwe bike. Ji îro pêdê tekoşîna çekdarî zererê dide pirsa kurd û dibe malzemeyek ku dezgehên tarî di nav dewletê de faydê jê dibînin.“

Niha cardin Taraf dibêje ku ev nûçe di pratîkê de dibe rastiyek. Dê minasebeta meha remezanê agirbest bê çêkirin û ev dikare bibe destpêka sekinandina şer û vê yekê ve girêdayî PKK-ê bi encama çareseriyekî ji dev çek berdê.

Back to top button