Polîtîk

Nurî Malikî li Hewlêr e

 
Serokê wezîrên niha yê Iraqê Nûrî Malikî demek berî niha bi rêya firokexaneya navdewletîya Hewlêrê gihijte herêma Kurdistanê û ji alîyê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serokê hukûmeta herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih û serokê parliyamenta Kurdistanê Dr. Kemal Kerkûkî ve bi germî hat pêşwazîkirin.
 
Weha jî dihê zanîn, ku Nûrî Malikî di vê serdana xwe de ya ber bi herêma Kurdistanê ve li gel her yek ji serokê herêma Kurdistanê û berpirsên dinên hizbî û hukûmîyên herêma Kurdistanê kombînekê saz bike û bi wan re di bareya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê de guft û goyan bike.
 
Ev yek di demekê de ye, ku endamê lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê Heyder Cewanî ji rojnameya ŞerqElewst re ragihand, ku Kurd hevpeymanekê mezinê herdu lîstên Hevgirtina Dewleta Qanûnê û Hevgirtina Niştîmanîya Iraqê ye. Serdana Malikî Kurdistanê jî ji ber vê yekê ye, ku di derbarê pêkanîna hukûmeta nû de guft û goyan bi alîyên din re berfireh bike.
 
Heyder Cewanî weha jî got, ku alîyê Kurd hîna dergehên guft û goyan bi Malikî re nedaxistiye û di heman demê de Kurd dostê kevnarê Encûmena Bilinda Islamîya Iraqê jî ye ku alîyekê nava Hevpeymanîya Niştîmanî ye.


Nûçe:PNA – Ebdulhemîd Zêbarî

Back to top button