Polîtîk

Karayilan bi tundî êrîşê Burkay kir

Serokê konseya KCK-ê Murat Karayilan li ser hinek hevpeyvîn û nivîsên Kemal Burkay, ew gelek bi hişkahî rexne kir û bi hinek tiştên xirab tawanbar kir. Karayilan di derbarê hinek kesên ku ji derê PKK-ê, di medya Tirkî de PKK-ê rexne dikin û ji rexneyan zêdetir tawanbar dikin kesên xirab û zilamên dewletê nirxand. Herweha ev kesên hanê bi sixuriya Tirkiye tawanbar kirin.

Karayilan di daxûyaniya xwe de dibêje ku, em rexna tehemûl dikin heta hinek kesên rexneyên erênî li me bigrin em dikarin rexneyên wan qebûl bikin. Lê beşek kurd dema tekoşîna PKK-ê bilind dibe , êrîşê PKK-ê dikin. Karayilan got ku, Kemal Burkay jî kesayetek ji wan e û ew bi kiryarên xwe dijitiya gelê kurd dike.

Murat Karayilan di daxûyaniya xwe de gort ku, hinek kurd bi zanabûn dijminatiya PKK-ê ji xwere kirine kar û li ser vê dijîn, Burkay jî wek keseyetak bi vî awayî nav kir.

Back to top button